Dewlet Tirk 2 gundên Dihokê bombe kirin

Dewleta Tirk gundê Hirorê û Bankê yên Dihokê bombe kir, kesek birîndar bû.

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) bi daxuyaniyekê ragihand ku îro di saet 10.30’an de li gundê Hirûrê yê Dihokê sivîlek di topbarana artêşa Tirk de birîndar bû.

Di daxuyaniyê de ev agahî tên dayîn: “Sabit Hisên ê temen 55 salî, di nava baxçeyê xwe de bi çinîna hinaran re mijûl bû, dema ku artêşa Tirk baxçeyê wî topbaran kir, Sabit birîndar bû. Niha rewşa tenduristiya wî nebaşe û li nexweşxaneya Zaxo tê dermankirin.”

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) eşkere kir ku ji 23’yê Nîsanê ve li gundê Hirûrê 6 sivîl birîndar bûne.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet derdorî 15:00’an gundê Bankê bombe kirin. Di bomberdûmanê de ziyan gihişte bax û baxçeyên gundiyan.