Dema dorpêçiya li Dersîm û Çewligê hate dirêjkirin

Dema qedexeya 'Herêma Ewlekariya Taybet' a li 54 herêmên Dersîm û Çewligê hate ragihandin, careke din hate dirêjkirin.

Dema qedexeya 'Herêma Ewlekariya Taybet' a li 31 herêmêrn Dersîmê hate ragihandin, heta 30'ê Nîsanê hat dirêjkirin. Herêmên Dersîmê yên li çûn û hatinê hatine qedexekirin ev in:

Balî Deresî, Kûrûtlû Deresî, Sepertek, Kûtû Ahpanos-Salderesî, Laç Deresî yên ser bi navenda Dersîmê. Taxa Eroglû, Mercan Daglari, Kiran Vadîsî, Kinikan Tepe, Golan Yaylasi, taxên Egercî, Dulnektaşi, Karaoglan Dagi, Yapûzlû, Alîsirti Geçîdî, Dalavyaylasi, Karagol Yaylasi, Kûrûgol Yaylasi, Bastir Yaylasi, Kûrt Yaylasi, Çeşme Yaylasi, Yel Yaylasi, Ganîkastîk, Çigirli Yaylasi, Karadere yên navçeya Pulurê. Tavûklû-Dogantaş, Dokûzkaya yên Qisleyê. Yoncalik Yaylasi, Sarigul Yaylaşsi yên Pîlemûriyê. Kînzîr Ormanlari ya Xozadê.

LI ÇEWLIGÊ 23 HERÊM HATINE QEDEXEKIRIN

Dema qedexeya li 23 herêmên Çewligê jî heta 15 rojên din hate dirêjkirin. Herêmên navborî jî ev in:

Ortaçanak, Hasar Yaylasi û Hasar Tepe, Feratan û Çir Yaylasi, Merdîven Deresî yên ser bi navenda Çewligê. Yenîbaşak-Dogûyelî ya navçeya Solxanê. Horîvanîk Deresî-Tahkîm Deresî, Kirkoy Ormanlari, Manav Deresî, Guneşlîk-Gokçedal ên navçeya Xolxolê. Çoma Deresî ya navçeya Gexî. Karacehenem Ormanlari yê navçeya Kanîreşê. Akimli Yaylasi ya navçeya Çêrme. Şeytan Daglari, Şeytan Deresî, Îlbey, Maltepe Vadîsî yên navçeya Azarpêrtê. Saggoze, Buyukçag, Yenîyazi, Dîkpinar, Derman, Sekeran ên navçeya Hênê.