DBP: Divê şertên azadiya Ocalan werin pêkanîn

DRN a DBP’ê encamnameya civîna xwe ya duh ragihand. Di encamnameyê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin û hate xwestin, şertên azadiya Ocalan werin pêkanîn.

Di encamnameyê de der barê dagirkeriya Cerablûsê de hate gotin divê Tirkiyê xwe ji şerê Sûriyeyê vekişîne. Li dijî êrîşên qirkirinê hate xwestin ku hevgirî were xurtkirin, li dijî êrîşên AKP’ê divê berxwedana were geşkirin.

Desteya Rêveberiya Navendî (DRN) ya Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) encamnameya civîna 28’ê Tebaxê hişkere kir.

'DIVÊ TIRKIYE JI ŞERÊ SÛRÎ VEKIŞE'

Di encamnameyê de hate gotin, tercîha AKP’ê dîsa şer e û hate diyarkirin, di encama israra hikûmeta AKP’ê ya di polîtîkayên şer de û antî-Kurd, dagirkeriya Cerablûsê wê rê li ber encamên nû veke. Di berdewamiyê tê xwestin ku, "Tirkiye ji şerê Sûriyê vekişe û dest li siberoj û vîna azad a gelên Sûriyê wernede".

'DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ WERE ANÎN'

Di encamnameya DBP’ê de têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê diyarkirin, ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ji Birêz Ocalan ti agahî nayê standin, destûr nayê dayin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Hat gotin, rewş jî di raya giştî de rê li ber fikaran vedike, her wiha tê nîşandan ku ti hêla hiqûqî û sincî ya vê tecrîda li ser Ocalan nîn e û tê xwestin ku li dijî vê polîtîkaya nehiqûqî, navtêder raya giştî û  hêlên demokratîk bikevine nav tevgerê û dengê xwe bilind bikin. Di berdewamiyê de wiha tê gotin, "Kêlî beriya kêliyekê divê dev ji vê biqerin, tecrîda li ser Birêz Ocalan divê were bidawîkirin, şertên tenduristî, ewlekarî û azadiyê werin avakirin."

'DIVÊ EM ZÊDETIR BIXEBITIN Û HEV BIGIRIN'

Di encamameyê de tê gotin, li gel ku AKP’ê li bajarên ku operasyonên kavilikirinê dibêje, operasyon bi dawî bûne jî li bajar û navçeyan qedexe hê berdewam e û hê jî kavilkirin didome, bi taybetî jî  li Şirnexê ev bi halê herî giran berdewam e û wiha berdewam dike: "Di zûtirîn demê de rabûna qedexeya li Şirnexê bûye rojeva herî girîng a civîna me. Tenê wateyek heye ku hikûmet AKP û dewlet polîtîkayên qedexeyê li ser gelê Kurd ê di nav şerê giran de didomîne, ew jî ew e ku ji mexdûrbûna û êşa Kurdan, dixwaze hîsên xwe yên neteweyî û hîsa dîktarorîyê têr bike."

Di berdewamiyê tê gotin gelê Kurd divê di asta herî bilind de li kampanyaya Dest Malbatiyê xwedî derbikeve.

BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ

Di encamnameyê de tê gotin AKP hewldana darbeyê ji xwe re kiriye hêncet û derdorên demokratîk ji xwe re kiriye hedef û wekî mînak jî êrîşên bi ser Ozgur Gundemê û Azadiya Welat de hate nîşandan û wiha hate gotin: "Li hemberî polîtîkayên zorê û çewisandinê yên AKP’ê dayina têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê peywir û berpirsyariyeke dîrokî ye."