Civîna Damezrîner a Meclîsa Sivîl a Reqayê bi beşdariyeke xurt dest pê kir

Civîna Damezrîner a Meclîsa Sivîl a Reqayê li Eyn Îsa bi rengekî xurt dest pê kir.

Civîna Damezirîner a Meclîsa Sivîl a Reqayê, piştî xebata 9 mehan a Komîteya Amadekar îro bi dirûşmeya 'Biratiya Gelan û Jiyana Hevpar, Mîsogeriya Neteweya Demokratîk e' li bajarokê Eyn Îsa dest pê kir.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD)  Îlham Ehmed, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaziyê ya Minbicê Farûk Maşî, Hevserokên Meclîsa Rêveberiyê ya Minbicê Îbrahîm Qeftan û Zeynep Qenber, Hevserokê Rêveberiyê Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan Ebd, Mîralayê QSD'ê Telal Silo, Berdevka Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed û endamên MSD’ê beşdarî civînê bûn.

GEL, CIWANÊN JI REQAYÊ Û RONAKBÎR BEŞDAR DIBIN

Civîn bi beşdariya 110 delegeyên Kurd, Ereb, Tirkmen, ciwanên ji Reqayê, ronakbîr û kesên serbixwe bi rêzgirtinê dest pê kir. Endamê MSD’ê Omer Alûş di destpêkê de axivî û qala rol û mîsyona  lidarxistina civîna Komîteya Amadekar kir.

Ji bo rêveberiya civînê 5 kes ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

Civîn didome.