Çeteyan li Şengalê derbên giran xwarin

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (‎YBŞ), li Geliyê Şîlo yê Şengalê derbên giran li çeteyan xistin.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (‎YBŞ), li Geliyê Şîlo yê Şengalê derbên giran li çeteyan xistin.

Li gor daxuyaniya fermandariya YBŞ’ê di du çalakiyên sabotajê de 6 çete hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev agahî parve kir.

‘’12’ê Cotmehê saet 17.00’an hêzên me yên berxwedanê li Geliyê Şîlo li hember çeteyan 2 çalakiyên sabotajê pêk anîn. Di her du çalakiyan de bi giştî 6 çete hatin kuştin.

12’ê Cotmehê saet 17.00’an balafirên şer ên koalîsyonê du caran li çeteyên ku li navenda Şengalê bi cih bûne dane. Dîsa balafirên şer li çeteyên ku li derdora girê Şehîd Erdal bi cih bûne dane. Encama van nayê zanîn.’’