Çeteyan 7 gundên Kurdan dagir kirin
Çeteyên pişta xwe dispêrên dewleta Tirk, 7 gundên Kurdan ên li başûrê bajarokê Marî yê li herêma Şehbayê dagir kirin.
Çeteyên pişta xwe dispêrên dewleta Tirk, 7 gundên Kurdan ên li başûrê bajarokê Marî yê li herêma Şehbayê dagir kirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, komên çete yên dewleta Tirk piştgiriya wan dike, duh bi şev êrîşî gundên Kurdan ên li başûrê Marî kirin. Çeteyan danê sibehê êrîşî gundên Keyît, Belîx, Şêx, Cerah, Qihir Kelbîn, Til Betal, Mziel û El Berax ên li ser rêya bingehîn a Babê kirin û gund dagir kirin.
Komên çete yên girêdayî Tirkiyayê hewl didin ku wê herêmê dagir bikin û ji niştecihên wê vala bikin, da ku demografiya herêmê bighurînin, gel koçber bikin û gundan bişewîtînin.