Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê li Qamişlo hatin veşartin

Cenazeyên şervanên YPG'ê Can Polat û Cîlo Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê hatin veşartin.

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên YPG'ê Etallah Xidir Taha (Can Polat) ê Iraqî û Xelîl Şêxo (Cîlo Qamişlo) ên ku di şerê bajarê Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin.

Li aliyê din nasnameya Gerilaya YJA-STAR Şeyma Ebdulrehman (Awaz Rûstem) a ji pêkhateya Erbe ku li bajarê Colemêrg yê Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû û Şervanê YPG'ê Xelîl Mehmûd ê ku li bajarê Tebqayê jiyana xwe ji dest dabû, hatin eşkerekirin.

Li goristanê deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên Kurdistanê hat giritin û merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên YPG-YPJ'ê ve hat lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Umer Elî axivî, sersaxî ji malbatên şervanan re xwest û wiha got: "Şervanan ji bo biratiya gelan û yekitiya gelên herêmê li hemberî êrîş û planên dijmin li berxwedan û canê xwe feda kirin."

Cîgirê Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Ayid Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbatên şervanan re xwest û got: "Gelê Kurd, Ereb û Suryan yekîtiya xwe ava kirine."

Birayê Gerîlaya YJA-STAR Awaz Rûstem jî di merasîmê de axivî û wiha got: "Ez sersaxî ji tevayî gelê Kurdisatnê re dixwazim û ez soz didim ku bibim şopdarê rêya xwişka xwe."

Piştre nasnameyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Can Polat û Cîlo Qamişlo bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate veşartin.