Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê hatin veşartin

Cenazeyên şervanên YPG'ê Ciwan Mihemed (Demhat Efrîn) û Mesûd Reşîd (Welat Efrîn) ên li Efrîn û Helebê jiyana xwe ji dest dan, li Efrînê hatin veşartin.

Şervanên YPG’ê Ciwan Mihemed (Demhat Efrîn) ku beriya demekê di şerên derdora herêma Efrînê de bi giranî birîndar bibû, di 30’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da, Mesûd Reşîd (Welat Efrîn) jî di heman rojê de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jiyana xwe ji dest dabû.

Ji bo wergirtina cenazeyên herdu têkoşeran bi sedan şêniyên herêma Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a Efîrnê hatin cem hev. Girseya gel ji vir bi karwanekî wesayîtan berê xwe da goristana Şehîd Refîq a gundê Metîna yê navçeya Şera.

Li goristanê şervanên YPG/YPJ’ê û Hêzên Erka Xweparastinê merasîma leşkerî lidar xistin. Paşê Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrahîm axivî û diyar kir ku çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS’ê jî endamek wê ye bi armanca şikandina vîna berxwedaniyê ya gelê Efrînê êrîşî herêma Efrînê dikin. Îbrahîm bi gotina "Vîna ji pola ya şêniyên Efrînê wê li hember êrîşên we neyê têkbirin" bersiva êrîşan da.

Piştî axaftina Îbrahîm, Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Nêrgiz Îbrahîm nasnameyên têkoşer Demhat û Welat Efrîn xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên têkoşeran di nav tilîlî û dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û "Ey Şehîd xwîna we li erdê namîne" hatin definkirin.