Bûldan: Pêvajoya çareseriyê sekiniye!

Pervîn Bûldan a HDP’î ku beşdarî kongreya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê bû, daxwaz kir ku bila xebatên hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi lez bidomin.

Pervîn Bûldan a HDP’î ku beşdarî kongreya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê bû, daxwaz kir ku bila xebatên hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi lez bidomin. Bûldan diyar kir ku di 5’ê Nîsanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine û bertek nîşanî gotinên Serokkomarê Tirk Erdogan da û got: “Niha pêvajoya aştiyê sekiniye.”

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê ya Elmanyayê 2. Kongreya xwe ya Asayî pêk anî.
Bi sedan kes beşdarî kongreyê bûn û ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin.

HIKÛMET JI BILINDBÛNA HDP’Ê BI FIKARE

Namzeta HDP’ê, Serokwekîla Komê û di heman demê de endama heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan di kongreyê de bang li gel kir û got ku silava Birêz Ocalan ji wan re aniye. Girse rabû ser piyan û dirûşma, ‘Bijî serok Apo’ berz kir. Bûldan got ku xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin didomin û  her cihê ku diçinê rastî eleqeyê tên. Bûldan da zanîn ku hikûmeta AKP’ê ji serketina HDP’ê bi fikare û ji ber vê sedemê serî li provokasyon û kampanyayê reşkirinê dide.

PÊVAJO SEKINÎ

Bûldan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha berdewam kir: “Êdî maseyê hukmê xwe winda kiriye. Ji ber ku Serokkkomarê Tirk dibêje ‘pêvajoya çareseriyê nîne, pisgirêka Kurd nîne.’ Piştî vê jî rayedarên dewletê derneketin û negotin tiştek. Piştgirî dan daxuyaniya wî. Niha pêvajoya çareseriyê wisa sekiniye.

Me herî dawî di 5’ê Nîsanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştre hevdîtinên me hatin birîn. Em nekarin pêre hevdîtinê bikin. Ji bo me ne gotinên Erdogan, ên Birêz Ocalan girîng in.”

Bûldan ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriyê kir û got ku divê her kes piştgiriyê bide xebatan ku bend bê derbaskirin.

Nûnerê NAV-DEM’ê jî axivî û got: “Ger meclîsên li Rojava û Bakurê Kurdistanê hatine avakirin, ji gel re dibin bersiv divê em jî meclîsên xwe yên Ewropayê rêxistin bikin.”

Ji bo hevserokatiyê jî Îmam Erbaşli û Zahîde Ogur hatin hilbijartin û meclîseke ku ji 40 kesî pêk dihat hat hilbijartin.

...