Bihuşta li ser rûyê erdê: Heftanîn

Piştî rêwîtiyeke dûv û dirêj, me xwe gihand heft qat xweşikiya bihuştê Heftanînê.

Tê gotin, mirovên Heftanînê di demên bihurî de li çiyayê Tanînê dijiyan. Çiyayê Tanîn li Botanê çiyayekî bi qasî  bihuştê xweşike. Ji xwe peyva Tanîn jî tê wateya bihuşta xweşik.  Tê gotin ku ew kesên ku li Tanînê dijiyan di encama şerekî biratî de ji hev veqetiyan e. Di encamê de ji wê eşîrê hinekan koçî başûrê ava Hêzilê bûne.  Piştî demekê şer hatiye ji bîrkirin û aştî çêbûye. Birayên li Tanînê agahî şandine, gotine; "hûn dikarin vegerin Tanînê." Li ser vê vexwendinê,  birayên ji Tanînê hatine ji wan re bersiv şandine û gotine; "Em venagerin Tanînê.  Eger ew der Tanîn be, ev der jî Heft Tanîn e." Ji ber wê Heft Tanîn heft qatan ji wir xweşiktire. Heft bihuşte Heftanîn. Ji bo ku bedewiya çiyayê Hefttanînê bê nîşandan, ev nav lê hatiye kirin.  

WERIN EM GUNDÊN BIHUŞTA SER RÛYÊ ERDÊ NAS BIKIN

Petrome, Gewrik, Bazirgira, Gundok, Kelok, Marsis, Elaniş, Êrê, Bacowa, Dêra Şîşe, Mêrgaşîşe, Avagûzê, Sineht Deşta Tex, Behnûni, Qesrok, Sitevlan, Şeranişa Misilman û ya Xirîstiyan, Pîrbola, Ewleh, Bandro, Girê Mûşê, Banikê, Banika Duyemîn, Minîn, Xîzava, Siqutik, Girê Hecîsadiq, Keşan, Şilan, Şilîn, Sorya, Serke Bêsîreyê, Rûsê, Perex. 

Kesên ku li van deran dijîn ji eşîra Sindî û Gulîne. Pisaxa (ji Garisa hatine), Conikê (Gerdine), Şiveminî, Mamezdînî, Sofiyê Pirê Babil, Benistanîne jî babikên di nava eşîrê ne.  

Piraniya van gundan, di sala 1975'an de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine şewitandin û topbarankirin. Gundiyên Heftanînê neçar mane koçberî bajaran bikin. Li ser vê rewşê barkirine derdora  bajarên Bakur û Başûrê Kurdistanê. Beriya vê rewşê li van gundan gelên Kurd, Asûrî, Keldanî, Yahûdî dijiyan. Di nava aramiyekê de bi salan jiyane, êş û hezkirinên hevdu parvekirine. Lê ew kesên ku tehemûla yekitiya gelan nekirine ji bo ku di nava gelan de şer çêbibe, nexweşî rû bide her tim di nava hewldanan de bûne.

Piştî demekê gundî hêdî hêdî hatine gundên xwe û li ser xaka bav û kalên xwe jiyana xwe dewam kirine. Roja îro ji van gundan li Pirbola, Banikê, Keşan, Xizava, Perex,  Minîn, Siqutik, Girê Hecisadiq, Sorya, Şîlan, Şûlîn, Şeranişê de jiyan didome.

ME XWEST EM LI GUNDÊ HEFTANÎNÊ BIGERIN Û JIYANA GUNDIYAN NAS BIKIN

Em wek ekibekê çûn û li gundên Heftanîn geriyan. Di ekîba me de hevala me ya kameraman Sara Tolhildan û ji bo ku gundan me bide naskirin wek rêzan Amara Xortîs hebû.   

Her gundiyekî axivî, heman gotin ji devê wan derdiket; "Ji ber Dewleta Tirk jiyan li me heram bûye, çi dibe bila bibe em gundên xwe naterikînin."

Kurd di çiyayan mezinbûne. Her cara ku êrîş li wan hatine kirin, xwe spartine quntar û lûtkeya çiyayan. Ji ber wê jî çi dibe bila bibe ew cih û warên xwe bernadin.  Ji ber ku çanda xwe,  hebûna xwe li ser avakirine, mirateya bav û kalên xwe didin jiyîn. Cihê hezkirin û êşên wan e.   Bi salan li ser vê axê şer qewimiye. Zilma pir dîktatoran li ser van gundiyan dewam kiriye.  

Gotina Mamê Evdilkerîm ya; "Çi ferqa zilma Seddam û ya Erdogan nîne"  bê şîrove ye. Mamê Evdilkerîm gotinên xwe wiha didomîne; "Em piştî salên 90’î careke din vegeriyan gundên xwe.  Me pir şer dîtin.  Pir şehîd dan.  Niha jî em li ser gundên xwe jiyana xwe didomînin.  Lê careke din faşîzma Dewleta Tirk me rehet nahêle. Em liv ir in.  Ka wê xweda rêyeke çawa nîşanî me bide. 96’an balafirên dewleta Tirk hatin li gundê me xistin. Wê demê leşkerên dewleta Tirk heta axa me hatin. Çi karê wan heye ku werin axa me dagir bikin?  12 Peşmerge li malekê kuştin. Em hemû reviyan.  Me xwe spart çiyê.  Mi xwe naskirî heta niha li ser me êrîş hene.  88’an Enfal çêbû.  Em hemû reviyan Îranê û cihên din. Em belav bûn. Emê  çawa vê zilmê qebûl bikin? Niha jî êrîşên Dewleta Tirk li ser me hene. Em axa xwe bernadin. Çi dibe bila bibe ev axa bav û kalên me ne. Bila her kes bi vê zanibe."

Rixmê hemû êrîşan jî tenê peyamek yek dengî derdikeve; "Me serî li ber zilma kesî netewand û em ê netewînin. Ji bo êrîşên li ser gelên Kurdistanê biqedin, tenê rêyek heye. Ew jî yekîtiya gelê Kurdistanê ye."