BI DÎMEN

Bi hezaran koçber derbasî herêmên ewle tên kirin

Bi hezaran koçber, ji gund û cihên di destê DAIŞ'ê de ne direvin û hewl didin xwe bigihînin herêmên ewle yên di kontrola QSD'ê de ne. ANF'ê ev rêwîtiya koçberan a ber bi qadên ewle ve şopand.

Koçberên ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar bûne, kom bi kom berê xwe didin qadên ewle yên di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ne. Piştî ku şervanên QSD'ê li ser qenala avê pirek amade kirin, bi hezaran koçberan berê xwe dan qadên ewle.

Koçber kom bi kom ber bi qadên ewle ve diherikin.

ANF'ê ev rêwîtiya koçberan a ber bi ewlehiyê ve şopand.