Avesta: Azadiya Rêber Apo mîsoger bikin

Avesta: Li kû derê dibe bila bibe divê em hemû Civaka Ezîdxan, hemû gelên me, hemû civakên bindest hê xurttir xwedî li vê pêvajoyê derkevin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avêsta bi telefonê tevlî çalakiyê bû ku çalakî bi mebesta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Konseya Ewropayê destpê kiriye û çalakvan slav kirin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Sozdar Avestabi telefonê tevlî çalakiya li ber Konseya Ewropa bû, ku çalakî bi mebesta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwazin pêk tê. Avesta hemû çalakvan bi rêzdarî û hurmet slav kir û slav da hemû şervanên azadiyê yên li ser çiyayên Kurdistanê û wiha got, "Ev çalakiya ya ku bi pêşengiya meclîsa derveyî welat ya Şengalê destpê kiriye, çalakiyeke pir watedar e. Em baş dizanin hem cihê ku çalakî lê destpêkiriye û hem dema ku em tê de ne û armanca wê hev temam dikin û çalakiyeke nirxdar e.’’

'TEKOŞÎNA AZADİYÊ SERKEFTINÊN MEZIN NÎŞAN DA'

Avesta, axaftina xwe wih domand: "Wekî ku di armanca çalakiyê da jî heye, ev 5 sal in bi fermî bi Rêber APO re hevdîtin nayên kirin. 2 sal in jî heyetên ku diçûn grava Îmralî êdî asteng dikin. Herî dawî ji 5’ê Nîsanê û vir ve bi hemû awayî di şexsê Rêber APO de tiştê hatiye hedefkirin tevahî destkeftiyê gelê Kurd in û tevahî destkeftiyên  hemû gelan e, yên baweriyan e, yên demokrat in, azadxwaz in. Ji bo wê jî kîjan civak dibe bila bibe, ol û bawerî dibe bila bibe li ser vê xaka pîroz em dixwazin bi rengekî wekhev, azad bijîn. Divê em tekoşîna 45 salan ku di xeta azadiyê de hatiye dayîn û şexsê Rêber APO de edî sembolîze bûye, di şexsê Rêber APO de xwedîderketin li vê, nêzîkbûna herî rast e û rojeva herî rast e. Destkeftiyên pîroz hatine destxistin. Tevahî gelê me, taybetî jî wekî reveberiyên heremî pêşxistin û di azadiya xwe de, di mîsogerkirina wê de israrkirin, katlîam û qirkirinên ku li Bakurê Kurdistanê destpêkirin, nikarîbûn wê îradeyê bişkînin. Serokê devlata Tirk, silta qesrê, bi rengekî faşîzan, berê xwe dana gelê me, li  tevahiya Kurdistanê û bi taybetî li Kobanê çeteyên xwe şandin li ser Kobanê,  Şengalê û li wê derê jî gotin êdî Kobanê dike ku bikeve. Berxwedana Kobanê, berxwedana bê navber ku 2 sal in li Şengalê, Bakurê Kurdistanê û li hemû qadên ku niha tê de tekoşîn tê kirin, tevgera azadî serkeftinên mezin bi dest xistin. Îro li hemberî wan berxwedanan, wê tekoşînê bê çare man û 15 Tîrmehê ev zihniyeta wan li wan zivirî.’’

'XWESTIN FELAKSETÊN MEZIN BI SER SERÊ GELÊ ME DE BÎNIN’

Avesta, têkildarî dagirkirina Cerablûsê ya bi destê dewleta Tirk jî got:

‘’Dagirkeriya Tirk ya  Cerablûsê, diyarbûna tiştê hişkere bû. Ji xwe ev serê 5 sala ye ku bi hemû cureyên çeteyan, di şexsê DAIŞ, Ehrar El-Şam, Cebet El Nûsra de, wan xistin dewrê û li hemberî gelê me dane şerkirin û xwestin felaketên mezin bi ser gelê me de bînin. Dagirkirina Cerablûsê ya bi destê dewleta Tirk pêvajoyeke nû bi xwe re tîne. Ev jî biryardariya gelê Kurdistanê, rixmî hemû zextên xwe ev îrade neşikand. Gelê Kurd, dostên wê, hemû civakên ku li ser wê cografyayê dijîn, di şexsê Civaka me ya Ezîdî de, ya ku niha tê xuyakirin, 2 sal in, berxwedana Şengalê û derveyî welat bi giştî xwedî derketin çêbû û diyar bû ku êdî ev tekoşîn ne tekoşîna beşekî ya baweriyekê ye. Ev tekoşîn ya tevahiy civakê ye, tevahî jinan, ciwanan, yên  dostên azadîxwaz in, ku tevahî li heremê dijîn."

'NIKARIN DESTKEFTİYE GELÊ KURD BINPÊ BIKIN'

Avesta, axaftina xwe wiha berdevam kir: "Em wek tevgera azadiyê di hemû şert û mercên giran de ,di şexsê Rêber APO de tekoşîn çava tê kirin  diyar e. Ev18 sal in, berxwedana mezin ya di şexsê Rêber APO de li grava Îmraliyê bi pêş ketiye bi moral, manewiyat, bi fikrekî mezin hemû paradîgmaya xwe ya nû ya li ser yêkîtiya gelan û azadiya civakan çawa dabe pêşiya me, divê em jî wê şewazê tekoşînê jê bigrin. Tevgera me  Civaka gîştî ya 10'emîn û taybetî jî biryarên ku tê de hatine girtin êdî divê li her qadê bi pêngava azadiya Rêber APO were mîsogerkirin. Divê herkes vê baş bizanibe; êdî  dûrxistina ji tekoşînê, ji azadiyê, ya ku li ser gelê Kurd ne meşandin ne pêkan e. Ew ê nikaribin destkeftiyên gelê Kurd binpê bikin.

Ev çalakî bûye çalakiya tevahî heremê. Gerek herkes xwedî lê derkeve. Serkêşiya wê jî Civaka Ezîdiyên Şengal, rabûna wê ya li ser piya, xwedî derketina li nirxên xwe, li hebûna xwe gelekî pîroz e û gelekî nirxdar e. Ev wê bibe bingehekî ku hetanî encameke esasî jê were standin wê berdewam bike. Ev destpêk e, hetanî serkeftinê jî dê berdewam bibe. Em tevgera azadiyê li  hemû qada bi tevdîr in, amade ne û ji her demê zêdetir azadiya gelê xwe, berdêlên wê çi dibin bila bibin em ê biparêzin. Li hemberî hemû hêzên dagirker tola fermana 73’yan a Şengalê hîn girantir rakin û azadkirina hemû Ezîdxanê emê mîsoger bikin. PDK di pêvajoyeke  evqas giring de ku planên  li ser gelê Kurd yên qirêj tên çêkirin, careke dî jî gopalên destê wan e û ev bi çi şêwazê nayê qebûlkirin. Gelê Kurdistanê jî wan dibîne. Bersîva deklerasyana aşîtiyê bi qirkirina Dîlokê dan. Ji bo ku bikevin Rojavayê Kurdistanê ev qetlîame pêk anîn. Ketin Cerablûsê da ku deskeftiyên Kurdistanê têk bibin."

'DI AZADİYA RÊBER APO DA ISRARKIRIN, SEDÎ SED MÎSOGERKIRINA STATÛYA ŞENGALÊ YE’

Avesta, wiha bang li devletên derve kir: "Ev pêvajoya ha hemû, ev pêvajoya berxwedanê ye, wê di vê pevajoyê de jî serkeftinên dîrokî werin bidesxistin û ev serkeftin hemû jî wê bêne mîsogerkirin. Bi wê minasebetê, li  qada Ewropa, saziya CPT, hemû saziyên mafê mîrovan, tevahî gelên demokrat, taybetî jî devletên Ewropa, Rûsya, Emerîka û hemû hêzên ku dixwazin li Rojhilata Navîn  bibin desthilatdar divê  vê baş bizanibin. Bi vî rengî pêşiya dewleta Tirk vekirin, ew  jî dibin wê di vî agirî de jî wê bişewitin. Gelên me, dostên me, yên ku azadiyê dixwazin, pêvajoyên ku tevgera me danîne holê piştguh nekin. Di Şexsê Rêber APO de, di Azadiya Rêber APO de israr kirin, wê sedî sed statûya Şengalê mîsoger bike. Ji bo vê jî li kû derê dibe  bila bibe divê em hemû Civaka Ezîdxan, hemû gelên me, hemû civakên bindest li vê pêvajoyê bi xurttir xwedî derkevin. Banga ku tevgera azadiyê kirî giring e, pêvajo gelekî giring e. Em di rojên dîrokî de derbas dibin."