Aslan ê HDP’yî yê li Kerboranê: Pêkanînên zîhniyeta DAIŞ’ê ne

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan ku çû Kerboran a ev çar roj in di bin dorpêçê de ye, ji bo atmosfera dîtiye got: “Pêkanînên wan yek û yek ên zîhniyeta DAIŞ’ê ne. Bi jiyanê re têkîldar çi hebin dişewitînin, hildiweşînin û xera dikin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan ku çû Kerboran a ev çar roj in di bin dorpêçê de ye, ji bo atmosfera dîtiye got: “Pêkanînên wan yek û yek ên zîhniyeta DAIŞ’ê ne. Bi jiyanê re têkîldar çi hebin dişewitînin, hildiweşînin û xera dikin.”

Rewşa awarte ya 4 rojan li navçeya Kerboran a Mêrdînê, bi awayekî fermî hate bidawîkirin. Wek li bajarên Kurdistanê yên din, windahiyên can, mal, kargeh û malên şewitandî, xerakirî li pey xwe hiştin.

Piştî qedexeya kolanan rabû, Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan ket bajêr û çavdêriyên xwe ji ANF’ê re ragihand.

Aslan diyar kir ku cihên bi dehan guleyan li gelek mal, kargeh û wesayîtên li bajêr hene û wiha axivî:  "Hema hema mala ku gule lê neketiye nemaye. Zerarek mezin heye.” Aslan destnîşan kir ku wesayîta şaredariyê ya ku polîsan şewitandiye jî dîtiye û got: “Ketine hundirê malan jî.”

Parlamenterê HDP’ê Aslan bal kişand ku ciwanê bi navê Îdrîs Cebe jî hatiye qetilkirin û wiha axivî: “Malbata wî çû Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê. Têkîliyên min bi malbatê re rasterast çênebû. Lê tê gotin ku ciwan hatiye înfazkirin.”

Di otopsiya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê de hatibû diyarkirin ku Cebe bi guleyek li pişt guhê wî ketiye hatiye qetilkirin.

'JIN LI HEMBER ERDOGAN PIR BI HÊRS IN'

Aslan diyar kir ku bi taybet jin li hember Serokkomarê Tirk Erdogan xwedî bertekên mezin in û wiha dom kir: “Apekî extiyar, bûyer wiha ragihand, ‘Tevahî zarokên me dişînin sarincan, axê. Zarokê xwe jî dişînin Îtalya.’”

Aslan destnîşan kir ku her çiqasî qedexeya kolanan bi dawî bibe jî navçe hê jî di bin dorpêçê de ye û wiha berdewam kir: “Li gelek nuqteyan wesayîtên zirxî hene. Ji nû ve dikare her tişt biqewime. Ez dixwazim xaleke din a pê xemgîn bûm bibêjim. Tenûrên ku jinan tê de nan çêdikirin jî hilweşandine, xera kirine. Pêkanînên wan ên zîhniyeta DAIŞ’ê ne. Têkîldarî jiyanê çi hebe dişewitînin, hildiweşînin parçe dikin. Lê em ê tevî van jî xebat û berxwedana xwe bidomînin. Em ê wek mirovan dersên wan bidin wan.”

...