Artêşa Iraqê ji bo navenda Felûceyê dest bi tevgerê kirin

Wezareta Parastinê ya Iraqê diyar kir ku weke gava duyemîn a operasyona rizgarkirina Felûceyê, ji bo rizgarkirina navenda bajar dest bi tevgerê kirin.

Wezareta Parastinê ya Iraqê daxuyaniyekî nivîskî da, ragihand ku gava duyemîn a Hêzên Operasyona Hevpar a Iraqê di bin navê operasyona ‘Felûcey paqijkirin û ji terorê rizgarkirinê” bi dane destpêkirin.

Daxuyaniya Wezareta Parastinê diyar kir ku gava yekem a operasyonê temam bûye û wiha got: “Gava yekem a operasyonê bi serkeftî bi dawî bûye. Di gava duyemîn de ya operasyonê de li gel artêşa Iraqê, hêzên Heşdî Şebî û milîsên ji herêmên din wê başdar bibin.”

Daxuyaniyê wiha anî ziman: “Di vê gavê de armac ketina navenda bajêr û welatiyên sivîl ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirine. DAIŞ, li bermaber hêzên esmanî yên ku piştgiriyê didin hêzên me ve dişkên. Gelek dever ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û gelek serçeteyên paye bilind jî di nav de çeten hatine kuştin. Jimarekî zêde çek û cebilxane ketine destên me.”

Bajarokê Felûce yê ku 70 km dikeve Bakûrê Bexda û dikeve Başûrê Navenda parêzgeha Enbarê, ev 2 sal in di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de bû. Artêşa Iraqê ji bo ku Felûce rizgar bikin ji 3’ê Gulanê ve li herêmê operasyon dane destpêkirin.

Gava yekem a operasyonê ji aliyê Wezareta Parastinê ya Iraqê ve di hat kordînekirin di 23’ê Gulanê de temam bû. Di heman rojê de Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî çûbû navenda leşkerî ya operasyonê û pêşketinên dawî şopandibû.