Artêşa Iraqê 4 gund ji çeteyan paqij kir
Çar gundên navçeya Hewîce, ku yek ji mezintirîn navçeyên Kerkûkê ye, danê vê sibehê bi operasyonekê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Çar gundên navçeya Hewîce, ku yek ji mezintirîn navçeyên Kerkûkê ye, danê vê sibehê bi operasyonekê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Operasyona artêşa Iraqê ya vê sibehê dest pê kir, ji bo rizgarkirina 11 gundên Hewîceyê tê meşandin. Di çarçoveya operasyonê de 4 ji van gundan hatin rizgarkirin.
Gundên Şelalat, Şelalat Îmam, Abbasiye û Denûsê ket bin kontrola yekîneyên artêşê.
Operasyon ji aliyê Tûgaya 9. û Tabûra 60. a artêşa Iraqê ve bi çekên giran tê meşandin. Her wiha polîsên Tîkrîtê jî piştgiriyê didin operasyonê.