BI DÎMEN

ANF ket nava zîndana Hesekê!

ANF ket nava zîndana li Hesekê ya di destê rejîmê de bû. Li Hesekê, hêzên YPG/YPJ, Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî derbên giran li rejîmê xistin, bi sedan leşker dîl girtin û bi dehan jî bêbandor kirin.

ANF ket hundirê zîndana rejîmê ya li Hesekê. Di nava şerê 7 rojan de hêzên YPG/YPJ, Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî derbên giran li rejîmê xistin, bi sedan leşker dîl girtin û bi dehan jî bêbandor kirin. Di serî de taxên Neşwa Şerqî û Xwêran, gelek cih ji destê hêzên rejîmê hatin derxistin û rizgarkirin.

Di şerê 7 rojan de piştî taxa Neşwa Şerqî, taxa Xwêran, Zanîngeha Aboriyê, stadyûm, embara genim, saziya çand û hunerê û girtîgeh ji rejîmê hatin paqijkirin.

TIRSA DILÊ GEL: ZÎNDANA HESEKÊ

Zîndana Hesekê, ku di nava gel de weke navenda tirs û îşkenceyê tê naskirin, di salên 1960'î de bi hevkariya Sûriye-Misirê ji bo ragirtina 200 kesî ji aliyê Cemal Ebdulnasir ve hat çêkirin. Lê rejîma Baasê bi qasî 700 kes li vir radigirt, ku piraniya wan girtiyên siyasî bûn. Piştî girtîgeha Meselmiyê ya Helebê û zîndana Adre ya Şamê, sêyemîn zîndana herî mezin a Sûriyeyê, zîndana Hesekê ye.

Piştî ku rejîma Baas hat ser desthilatdariyê, ji sala 1963'an û vir ve zîndana Hesekê ji bo mirovên li Kantona Cizîrê dijîn veguherî navenda tirs û îşkenceyê. Rejîma Baasê, li girtiyên li vê derê, bi taybetî li girtiyên siyasî yên Kurd îşkenceyên li derveyî mirovahiyê kir. Girtiyên siyasî û yên edlî li heman cihî ragirt. Dema Hesekê tê gotin, êş û îşkenceya rejîma Baasê li gelê Kurd kir, tê bîra mirovan.

Di 24'ê Adara 1993'an de, bi destê hêzên rejîmê li girtîgehê şewat hat derxistin û bi giştî 61 girtî şewitîn, jiyana xwe ji dest dan.

Zîndan ket destê hêzên YPG/YPJ'ê. Li dû rejîmê, ne tenê girtî man. Di heman demê de gelek çek, cebilxane, maşînên leşkerî û sivîl man, ku hêzên rejîmê ji tirsa li pişt xwe hiştin. Li vê derê çoyên di îşkenceyê de dihatin bikaranîn, maskeyên gazê, metal û gelek alavên îşkenceyê hatin dîtin.

GIRTÎ: JI BER KU EM JI REJÎMÊ RIZGAR BÛN, EM KÊFXWEŞ IN

Girtiyên ji destê rejîma Baasê rizgar bûn bi gotina, "baş bû hûn hatin, we em ji rejîmê rizgar kirin" kêfxweşiya xwe nîşan dan. Di nava girtiyan de, ji kesên ji sûcên civakî yên mîna cînayetê heta rabûna li ber leşkeriyê, gelek mirov hene. Yek ji van jî Celal e ku dema ji bo derxistina pasaportê ji Kobanê hat Hesekê, lê derket holê ku leşkerî nekiriye, hat girtin. Ji ber ku çend kes ji malbata wî di nava YPG'ê de ne û şehîdên malbata wî hene, rejîmê bi bahaneya leşkerî ew girt. Hêzên YPG'ê Celal serbest berda. Celal bal kişand ser îşkenceya ku hêzên rejîmê ji ber Kurdbûyînê li wan dikir. Celal got, di deh rojên dawî de av jî bi têrkerî nedidan wan.

Zîndana ku ji aliyê YPG/YPJ'ê ve ji destê rejîmê hat derxistin, wê radestî hêzên Asayîşê were kirin.

...