Amed: Şengal wê bibe xwedî feraseteke xurttir a berxwedanê

Endama Dîwana Serokatiyê ya KONGRA GEL Raperîn Amed got, "Heta ku li dijî çeteya mirinê DAIŞ'ê û destekdarên wê hişmendiyeke bi vî rengî ya li dij derdikeve hebe, bê guman wê li şûna bêçaretiyê feraseteke xurttir a berxwedanê derkeve holê."

Endama Dîwana Serokatiyê ya KONGRA GEL Raperîn Amed got, "Heta ku li dijî çeteya mirinê DAIŞ'ê û destekdarên wê hişmendiyeke bi vî rengî ya li dij derdikeve hebe, bê guman wê li şûna bêçaretiyê feraseteke xurttir a berxwedanê derkeve holê."

Endama Dîwana Serokatiyaê ya KONGRA GEL Raperîn Amed, li dû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xebatên rêxistinbûyînê yên li Şengalê ji ANF'ê re nirxand.

Amed da xuyakirin ku li Şengalê ji aliyê giştî ve pirsgirêka civata Êzidî ya ewlekarî, rêxistinbûyîn, parastin, jiyîn, bi kurtasî pirsgirêka azadiyê heye û got, "Komkujiyan nîşan dan ku hemû pirsgirêk bi afirandina rêveberiya xwe, birêxistinkirina hêzên parastina xwe dikarin çareser bibin. Heta ku li dijî çeteyên mirinê yên weke DAIŞ'ê û destekdarên wê hişmendiyeke bi vî rengî ya li dij derdikeve hebe, bê guman wê li şûna bêçaretiyê feraseteke xurttir a berxwedanê derkeve holê. Meclîsa li Şengalê li ser vê ferasetê ava bû."

'CIVATA ÊZIDÎ TI CARÎ WEKE VÎNEKÊ NEHAT DÎTIN, HER TIM RASTÎ HEQARETÊ HAT'

Amed bibîr xist ku civata Êzidî ya ku piraniya wan li Iraq û Başûrê Kurdistanê dijî, ti carî weke vînekê nehatiye dîtin, ji ber baweriya xwe rastî heqaretê hatiye, weke hêzeke erzan a xebatê hatiye dîtin, ji aliyê aboriyê ve her tim hewcedar hatiye hiştin û destnîşan kir ku civata Êzidî li pêşberî her şêwe êrîşan bi awayekî bêparastin hatine hiştin."

'LI EWROPAYÊ RASTÎ ASÎMÎLASYON Û QIRKIRINA ÇANDÎ HATIN'

Raperîn Amed diyar kir ku civata Êzidî di sedsala 21'an de li pêş çavên hêzên rojavayî ku xwe weke hawariyên demokrasiyê dibînin û li pêş çavên tevahiya cîhanê rastî êrîşên hovane yên çeteyên mirinê DAIŞ'ê hatine û ev nirxandin kir: "Li pêşberî vê rastiya dîrokî, civata Êzidî li erdnîgariya lê dijî nebûne xwedî statuyeke xweser a qanûnî û destûra bingehîn. Weke rêya rizgariyê koçî Ewropayê kirine, lê li wir rastî asîmîlasyon û qirkirina çandî hatine. Li hemberî polîtîkayên qirkirinê, li ser bingeha çand, bawerî û nasnameya xwe, parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe êdî pêwîstiyeke jiyanî ye. Rastiya firotina jinên Êzidî li bazarên koleyan, statuya penaberiyê di nava şert û mercên herî dijwar de, cihên pîroz ên hewl tên dayîn bêtinekirin, mecbûriyet û pêwîstiya rêveberiya xwe-parastina xwe derxistiye holê. Meclîsa Damezrîner a Şengalê bi van sedeman, di nava şert û mercên gelekî zehmet de hat ragihandin."

'PDK JI VÎNA GEL DITIRSE'

Amed, piştî ragihandina Meclîsa Damezrîner a Gelê Şengalê bal kişand ser reaksiyonên erênî û neyînî û bibîr xist ku xwediyê reaksiyona neyînî rastiya PDK'ê ye. Amed got, "PDK a ku bi bêparastinhiştina civata Êzidî re deriyên komkujiyê heta dawî li çeteyên DAIŞ'ê kir, di rewşe heyî de ditirse ku vîna gel derkeve holê. Ji ber ku bi ti awayî vîna civata Êzidî qebûl nake, ji bo qada desthilatdariya xwe winda neke, her şêwe êrîşan weke mafê xwe dibîne û bi rêbazên şerê taybet re ji aliyê psîkolojîk ve travmayên nû tîne serê civata Êzidî ku êşên gelekî mezin kişandiye."

'JIYANA KOMUNAL WÊ NIRXÊN BAWERIYA ÊZIDIYAN JI NÛ VE ZINDÎ BIKE'

Amed anî ziman ku Êzidîtî ji ber ku yek ji baweriyên destpêkê yên dîrokê ye, xwedî nirxên civaka komunal e û diyar kir ku her çend ji ber komkujî û qirkirina xwe ji derve girtiye jî, civata herÎ zêde nêzî jiyana wekhev, azad, demokratîk û azadiya jinê ye.

Amed got, "Bi xebatên Meclîsê re ji nû ve avakirina jiyana komunal, wê nirxên baweriya Êzidiyan ên hatine windakirin, ji nû ve derxîne holê. Ji ber vê yekê avabûna Meclîsê ji bo civata Êzidiyan di asta jiyanî de girîng e. Rêxistinbûyîna civata Êzidî ya ku hêzên hegemonîk nekarîbûn wan ji holê rakin, bi taybetî jî parastina hebûna xwe li ser bingeha paradîgmaya Rêbertiyê, nirxekî gelekî mezin e."

'MECLÎSÊ VÎNA XWE BIRÊVEBIRINÊ YA CIVATA ÊZIDÎ DERXISTIYE HOLÊ'

Raperîn Amed bal kişand ser xetaên Meclîsê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Meclîsa ku li gorî pêwîtiyan xwe bi şêweyê komîteyan birêxistin kiriye, tê dîtin ku li ser bingeha mezinkirina hêzên xwe parastinê, ji holê rakirina parçebûyîna di nava xwe de û li ser esasê xweseriya demokratîk a Şengalê ji bo statuya xwe bide qebûlkirin xebatên dîplomasiyê dimeşîne. Civata Êzidî civateke mafê xwe heye ku ya xwe be. Lewma divê her kes hurmetê nîşanî rêeberiya xwe bide. Meclîsa Damezrîner ne tenê ji bo tedarikkirina pêwîstinên 10 hezar mirovên li Çiyayê Şengalê hatiye avakirin. Di heman demê de vîna xwe bi rêvebirinê ya civata Êzidî derxistiye holê. Sîstemeke ku piştî azadkirina Şengalê wê xebatên xwe li ser vê bingehê bimeşîne."

'GERÎLAYÊN HPG Û YJA STARÊ WEKE HÊZA RIZGARKER TÊN DÎTIN'

Amed li ser hebûna gerîlayên HPG û YJA STAR'ê li Şengalê û nêrîna gelê Şengalê li gerîlayan ev nirxandin kir: "Hêzên HPG û YJA STAR'ê weke leşkerên Apo bi nav dikin û weke rizgarkeran dibînin. Her wiha têkoşîna YPG/YPJ'ê ya li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê tê meşandin, bandoreke erênî li civata Êzidî dike.

Niha, PDK ji bo rewşa xwe ya şermê bide ji bîr kirin, bi dehan pêşmerge aniye Şengalê. Lê tevî vê jî gel ji wan bawer nakin. Eger 15 hezar mirov tevî şert û mercên zehmet jî berxwedan daye pêş çavê xwe, sedema vê hebûna gerîla ye. Gerîla nebe, bi hezaran pêşmerge ji bo parastinê li çiyê be jî, mirovekî bi tenê jî ji wan bawer nakin û li çiyê namîne."

Endama Dîwana Serokatiyê ya KONGRA GEL Raperîn Amed di xwe birêxistina Şengalê de girîngiya hêza xwe parastinê jî bi vî rengî rave kir:

"Çawa ku li Şengalê ji bo afirandina însiyatîfa herêmî, ji bo afirandina hêza vîn, biryar û gotinê Meclîs hatibe birêxistinkirin, divê rêxistinbûyîna hêzên xwe parastinê jî weke parçeyek ji sîstema hêa xwe bê dîtin û nirxandin.

Bi taybetî piştî 3'ê Tebaxa 2014'an, girîngiya jiyanî ya rêxistinbûyîneke bi vî rengî hat dîtin. Berê Hêzeke ku pêşengiyê ji vê re bike tinebû, lê niha derfetên vê derketine holê. Li Rojava hêzên YPG/YPJ mînakên şênber ên vê yekê ne. Yekane hêza ku xwe dispêre xwecihiyê û bûye garantiya Şoreşa Rojava, weke yekane hêza li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike, ji aliyê cîhanê ve tê qebûlkirin û rewa tê dîtin.

Tevî YPG/YPJ'ê, hêzên HPG û YJA STAR jî di heman pozîsyonê de di serî de xeta Şengal, Mexmûr û Kerkûkê li Başûrê Kurdistanê yekane hêza li dijî DAIŞ'ê şer dike ye. Eger bi qasî pirsgirêka rêxistinkirinê pirsgirêka ewlekariyê jî bi vî rengî were nirxandin, hingî hebûna YBŞ û YPJ-Şengal weke mecbûriyet û pêwîstiyekê derdikeve holê.

BANGA XWEDÎDERKETINA LI YBŞ Û YPJ-ŞENGAL LI CIWANÊN ÊZIDÎ HAT KIRIN

Lewma rêxistinbûyîna YBŞ û YPJ-Şengal weke hêza xwe parastinê ya civata Êzidî, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Girîng e civak ji her alî ve karibe xwe biparêze.

Derdora ku herî zêde divê xwedî li YBŞ û YPJ-Şengal derkevin, ciwanên Êzidî yên li çar aliyên cîhanê belav bûne ne. Tola jinên li bazarên kolayan tê firotin, tola ciwan, zarok û extiyarên bêparastin, bi mezinkirina YBŞ'ê re dikarin hilînin. Ji ber vê yekê divê bi ruhê seferberiyê, bi feraseteke berpisryariya dîrokî, bawerim ku ciwanên Êzidî wê tevlî nava refên YBŞ û YPJ-Şengalê bibin."