BI DÎMEN

Amed ji mirin, hilweşîn û talanê re dibêje 'NA'

Şêniyên Amedê dibêjin, wan bajarên Kurdan ên hatine xerakirin, zarokên ji bo bedenên wan xera nebin di sarincê de hatine hiştin ji bîr nekirine û destnîşan dikin, ku yên xwedî wijdan wê dengê 'erê' nede.

Şêniyên Amedê dibêjin, wan bajarên Kurdan ên hatine xerakirin, zarokên ji bo bedenên wan xera nebin di sarincê de hatine hiştin ji bîr nekirine û destnîşan dikin, ku yên xwedî wijdan wê dengê 'erê' nede.

Şêniyên Amedê, der barê referandûma 16'ê Adarê de ji ajansa me re axivîn.

'GIRÎNG EM LI SIBEROJÊ BIFIKIRIN Û BI VÎ RENGÎ TEVBIGERIN'

Aydin Ayvaci diyar kir, ji ber hilweşandin û komkujiyên li Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê ew ê dengê 'na' bidin. Ayvaci got, "Endamên AKP'ê, ku ji ber destûr ji konferansa 'erê' ya li Ewropayê re nehat dayîn dikin qareqar, çi zû ji bîr kirin ku destûr nedabûn parlamenter bikevin nava Sûr, Şirnex, Nisêbîn û Cizîrê. Sûr, Şirnex û Cizîr bi erdê re kirin yek. Bi sedan mirov kuştin û nehiştin cenazeyên bi dehan zarokan jî bên veşartin. Me ew zarokên ku bedena wan di sarincê de hatin girtin, ji bîr nekir. Gelo yên li wir dijiyan, ne mirov bûn? Mirovê xwedî wijdan, wê nebêje 'erê'."

Ayvaci destnîşan kir, ku di navbera rêvebirina gel ji aliyê şexsekî ve û rêvebirina gel ji aliyê meclîsekê ve, cudahî heye û wiha dewam kir: "Hesêbî di referandûmê de dengê 'erê' bi ser ket. Yeqîn bikin wê encam qet nebaş be. Rêvebirina 80 mîlyon mirovî ji aliyê şexsekî ve û rêvebirina 80 mîlyon mirovî ji aliyê meclîsekê ve, ji hev gelekî cuda ye. Saddam, Husnu Mubarek û Kaddafî li ku ne? Me hemûyan bi hev re dît, bê dawiya dîktatoriyê çi ye. Yên ku dane pey berjewendiyên xwe, bi mejiyê 'bila îro derbas bibe, sibê xwedê mezin e' dengê 'erê' diparêzin. Ya girîng sibe ye. Eger pêşiyên me li siberojê bifikiriya û bi vî rengî tevbigeriya, halê me wê ne ev bûya. Ji ber vê yekê bang li gelê Kurd dikim ku heta dawiyê bêje 'na'."

'PIRSGIRÊKEKE VÎ WELATÎ YA KU TINEHESIBANDINA KURDAN HEYE'

Emrûllah Zumrut ragihand, desthilatdariyê hemû derfetên dewletê ji bo dengê 'erê' seferer kiriye û got, "Yekane berpirsyarê rewşa ku welat û esnf tê de de, desthilatdarî ye. Heta ji wan tê bila ew di 'erê' de israr bikin, em ê her bêjin 'NA'. Ji ber ku ji bo dayîna dengê 'NA' bi dehan sedemên me hene. Ji van sedeman a herî li pêş çavan jî krîza siyasî û aborî ye. Aborî ketiye rewşeke welê ji sedî 80'ê yê dikandaran kêm ma ye derabeyên xwe daxînin."

Zumrut destnîşan kir, ku pirsgirêkeke vî welatî ya tinehesibandina Kurdan heye û got, "Qanûnên tên derxistin jî, li şûna sererastirina rewşê, pirsgirêkê girantir dike. Ji ber vê yekê em dibêjin 'NA'. Ez ne bawerim ku dengê 'erê' bi ser bikeve. Lê hesêbî bi ser ket; ev yek wê ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bibe winsahiyek. Banga min li gelan ew e ku li dijî vê sîstema ku wan tine dihesibîne bêjin 'NA'."

'JI KURDAN BÊHTIR DIVÊ TIRK BÊJIN NA'

Rojhat Bîlmez anî ziman, hewl tê dayîn li Tirkiyeyê rejîma şexsekî bê avakirin û got, "Bi sîstema serokatiyê re wê hêzên qanûndanîn, rêveberî û dadgeriyê bikevin destê şexsekî. Ev yek li dijî demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê ez ê di referandûmê de bêjim 'NA'. Eger dengê 'erê' bi ser bikeve ji Kurdan bêhtir wê Tirk winda bikin. Lewma ji Kurdan bêhtir divê Tirk bêjin 'NA'." Bîlmez bang li gelê Amedê bi taybetî ciwanan kir, ku ji rejîma şexsekî re bêjin 'NA'."

'EGER DENGÊ ERÊ BI SER BIKEVE, EM Ê BIBIN WEKE WELATEKÎ AFRÎKA YÊ SAHRAYÊ'

Sedat Odumlu, ji bo siberojeke azad bang li her kesî kir ku bêjin 'NA' û wiha got, "Ji bo rejîma şexsekî û dîkatorî mayînde nebe, ji bo zext zêden ebin, ji bo siberojeke azad em ê dengê 'NA' bidin. Eger dengê 'erê' bi ser bikeve, em ê ji aliyê rejîmeke dîktatoriyê ya mîna li welêt Afrîka yên Sahrayê bên birêvebirin. Aborî ji xwe li ber têkçûnê ye. Wê nebaştir bibe."

Mehmet Akalan bal kişand ser pirsgirêkên debarê yên gel û got, "Me heta niha xêreke vê hikumetê nedît. Mirov bêkar in. Eger bi vî rengî dewam bike, wê rewş bêhtir nebaş bibe. Ji ber vê yekê em dibêjin 'NA'."