Aktivîstê aştiyê Yaylalî hate girtin

Piştî qetlîama Roboskiyê ji bo piştgirîdayîna bi malbatên Roboskiyê, Aktivîstê Aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylalî hate girtin, yê ku li Roboskiyê bi cih bûbû.

Li navçeya Şirnexê  Qilabanê, bi hinceta ku di derheqê Aktivîstê Aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylalî biryara girtinê heye, hate girtin. Yaylalî di salvegera komkujiya Roboskiyê de hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan, piştî ku îtiraza dozger ji aliyê Dadgeha Sûç a Sulhê ya Şirnexê ve biryara girtinê hate dayîn.


Li Adliyeya Qilabanê Yaylalî bi SEGBÎS'ê tevlî Dadgeha Ceza a Sulhê ya Şirnexê bû û biryara dadgehê hate xwendin. Yaylalî bi hincetên ku 'heqaret li Serokkomar kiriye', 'Li gorî qanûnan tevnegeriya ye û teşvîk kiriye' û 'propagandaya rêxistinê kiriye' hate girtin. Yaylalî birin Girtîgeha Girtî a Tîpa T’yê ya Şirnexê.