NÛ BÛ

Agahiyên destpêkê yên li ser operasyona Reqqayê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di bin fermandariya Rojda Felat û Ebû Feyya de, îro saet di 13:50 de dest bi pêngava azadkirina bakurê Reqqayê kirin.

Ji bo azadkirina bakurê bajarê Reqqayê, ku ji sala 2014'an û vir ve ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji sê baskan ve dest bi operasyonê kirin.

Pêngava ji bo azadkirina bakurê Reqqayê ji 3 baskan ve hatiye destpêkirin, li qadeke bi dirêjahiya 4 km û kûrbûna 15 km'yê tê meşandin. Di navbera qadên tê xwestin bên rizgarkirin û Reqqayê de 50-60 km heye.

Şêniyên herêmê bi giranî Ereb in. Sedema herî mezin a destpêkirina vê pêngavê, daxwaza mirovên li bakurê Reqqayê dijîn e.

Fermandariya Eyaleta Girê Spî da xuyakirin, ku bi pêngava paqijkirina bakurê Reqqayê re ew dixwazin têkiliya herêmên Iraq û Sûriye yên çete lê ne qut bikin û bi vî rengî cih li çeteyan teng bikin.

Di çarçoveya pêngava azadkirinê ya ji 3 baskan ve hat destpêkirin de, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên QSD'ê de şerekî dijwar diqewime.

Şer li derdora Xediyad Xelîl giran bûye. Hêzên koalîsyonê jî ji hewayê ve bomberdûmanê dikin.

...