Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Li pêşiya me du rê hene
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku du rê li pêşiya wan hene û bang kir ku firsendên bi nexşerêya Rêber Apo re afirîne bêne bikaranîn.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku du rê li pêşiya wan hene û bang kir ku firsendên bi nexşerêya Rêber Apo re afirîne bêne bikaranîn.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nîqaşkirina peyamên Rêber Apo, “Çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Şirnexê bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li eywana hotêleke li bajar hate lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn.
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ber bi serkeftinê ve diçe. Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Tevî şerê bi sala ye didome jî nasnameyên cuda li Rojava hatin gel hev, peymana civakî mohr kirin, bi hev re rêveberî ava kirin, wekheviya zayendî pêk hat û siyaseta demokratîk lê pêş ketiye. Li Rojhilata Navîn ku hewl dan heye veguherînin qada şer, li hemberî şer mizgîniya serkeftina têkoşîna azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk dide gelan. Kurd, Ermen, jin û kedkarêj li Tirkiyeyê mehkûmî yekperestiyê hatin kirin. Nasnameyên wan hatin înkarkirin. Dewletê Kurd çiqas bênasname hiştibe, Kurdan ewqas nasnameyeke xurtir ava kirin. Navê vê nasnameyê jî azadî ye.”
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku hewldanên Rêber Apo yên ji bo çarseriyê girîng û watedar in û wiha pê de çû: “Geşedanên dawî yên têkildarî pirsgirêka Kurd, ji bo îktîdarê firsendeke dîrokî ye. Divê pêvajo weke amûrekî neyê bikaranîn. Weke ku nasname, ziman û baweriyên cuda nebin tevgeriyan. Yekperestî ferz kirin. Tam di vê rewşê de dengekî azadiyê yê girîng tê. Ew jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê tê ragirtin. Li Tirkiyeyeke ku sedsala xwe winda kirî û demokratîk bûyî, paradîgma û nexşerêya birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên Îmraliyê de pêşkeş dike, projeyeke wis ye ku her kes li çave rêya wê ye. Li gorî me heqê tu kesî nîne ku çareseriya pirsgirêkeke mîna pirsgirêka Kurd paşguh bike. Ev rêya ku birêz Ocalan di serdema nû de vekiriye, firsendên mezin dide her kesî. Di vê rewşê de du vebijêrk li pêşiya me hene; yan em ê van firsendan bi kar bînin an jî dê êşa me bidome. Sekna gelê Kurd jî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di vê mijarê de pir zelal e.”
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.