Çarşema Serê Nîsanê li Wêranşarê hate pîrozkirin

Êzidiyan li Wêranşarê yekemcar Çarşema Serê Nîsanê bi rengekî girseyî pîroz kirin.

ÇARŞEMA SERÊ NÎSANÊ

Li navçeya Wêranşar a Rihayê, Êzidiyên li gundê Birçê yekemcar bi rengekî girseyî Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin.

Pîrozbahî li ber Mala Çandê pêk hat û tevî Êzidiyan ji baweriyên cuda gelek kes tevlî bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, Hevşaredarên Wêanşarê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de jin û zarokan kincên neteweyî li xwe kirin.

Yaşar Bûrç axivî û anî ziman ku li Wêranşarê cara yekemîn e Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi girseyî tê pîrozkirin, lewma kêfxweşiya xwe anî ziman. Piştre ji pîrên Êzidiyan Şukru Sumer li ser Çarşema Serê Nîsanê û baweriya Êzidiyan agahî parve kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî anî ziman ku Êzidiyan li hemberî 74 fermanan li ber xwe dan û cejna xwe pîroz kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî got, "Gelê Êzidî gelekî qedîm e. Her tim xwedî li çand û baweriya xwe derketiye."

Piştî axaftinan xwarina cejnê hat xwarin, li ber stranên Kurdî govend hate gerandin. Her wiha Tewafa Xerke û Berat hate kirin.

Hunermend Azad Bedran jî hunera xwe pêşkêş kir.