5 şervanên azadiyê li Kobanê ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin

Cenazeyên 5 cangoriyên azadiyê ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Kobanê bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin.

Cenazeyên şervanên azadiyê Ehmed Heydo (Dilbirîn Kobanê), Hisên Tunç (Dilxwaz Farqîn), Birahîm Birahîm (Çiya Bexdik), Hulî Çîçek (Newroz Rodî) û Mensuma Mehmudî (Nehîr Hîra) ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê sedan kesan ve, ji nexweşxaneya Kobanê hatin wergirtin.

Cenazeyên 5 cangoriyan ji vir bi karwanekî birin Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termik. Piştî karwanê cenazeyan gihîşt goristanê, merasim hat lidarxistin. Di merasîma leşkerî de, li ser navê Fermandariya YPJ’ê Fîdan Şîlan axivî û diyar kir ku şervanên şehîd bûne, li her sê kantonên Rojava têkoşîn kirine û li Minbicê gihîştine asta şehadetê. Fîdan Şîlan got, “Em li ser navê YPJ’ê soz didin ku em ê ji bo yekbûna gelên herêmê û heta avakirina jiyanek azad û demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftinê nasnameyên 5 têkoşeran hatin xwendin û cenazeyên wan di di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyan de spartin axê.