2 şervanên ku li Minbicê jiyana xwe ji dest dan li Grî Spî hatin veşartin

2 şervanên ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Girê Spî ber bi bêdawîtiyê ve hatin verêkirin.

Cenazeyên Ehsen Temîr (Ebû Elî) û Ebduselam Ebas ên ku di Operasyona Şehît Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dabûn, anîbûn nexweşxaneya Girê Spî, ji wir ji aliyê bi sedan kesî ve li Şehîdgeha li Yil Finderê hatin definkirin.

Cenazeyên her du şervanan li pêşiya şehîdgehê ji hêla girseya ku alên TEV-DEM, Kongreya Star, YPG, YPJ û Erka Xweparastinê rakiribûn bi dirûşmeyn hatin pêşwazîkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Şêx Elî axivî. Elî ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest, got; “Em bi saya şehîdan hatin van rojan. Şehîd, bûne ew rastiyên ku bi agirê azadiyê ve bûne meşale û pêşiya me ronî kirine. Ez soz didim ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî û hilma xwe ya dawî ez ê şopdarê wan bim.”