100 koçberên din ên Reqayê gihiştin Mebrûkayê

100 koçberên din ên ji Reqayê hatin gihiştin Kampa Koçberan a Mebrûkayê.

Piştî li bakurê Reqayê şervanên QSD’ê operasyona rizgarkirinê dan destpêkirin û balafirên Koalîsyona Navneteweyî li Reqqayê belavokên ku gel agahdar dikin da, pêla koçberiyê ya ji vî bajarî zêdetir bû.

Di nava 2 rojên dawî de 100 welatiyên din jî ji bajarê Reqqayê koçber bûn û hatin Kampa Mebrûka ya girêdayê bajarê Serêkaniyê.

Koçberên ku piraniya wan jin û zarok in, ji aliyê rêveberiya kampê ve hatin pêşwazîkirin.

Koçberan kêfxweşiya xwe ya ji ber operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê anîn ziman û hêvî kirin ku di demek nêz de vegerin warên xwe.

Kampa Koçberan a Mebrûka ku 40 km dikeve rojavayê Serêkaniyê, ji aliyê Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Cizîrê ve di 12‘ê Kanûna 2015‘an de hate vekirin. Di 28‘ê Çileya 2016’an de jî koçber lê hatin bicîhkirin. Di rewşa niha de zêdetirî hezar koçberî li kampê dimînin.