Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Wîllîams: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û Seroka Hewldana Jinê ya Nobelê Jody Wîllîams anî ziman ku divê her kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd zextê li Tirkiyeyê bike û banga tevlîbûna pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan kir.

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û Seroka Hewldana Jinê ya Nobelê Jody Wîllîams, têkildarî pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda Îmraliyê pirsên pêşkêşvanê Medya Haber Tv Erem Kansoy bersivand.

We kampanyaya nivîsandina nameyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd da destpêkirin, hûn dikarin sedema destpêkirina pêngavê bibêjin? Her du name diyar dikin ku ev her du mijar xwedî têkiliyekî sembolîk in. Hûn dikarin bibêjin ku çima ev mijar nayên cudakirin?

Ez ji dema Şerê Vietnamê ve çalakvana aştî, edalet û mafên mirovan im. Ev demeke dirêj e. Helbet di tevahiya dema xebatên xwe de min bala xwe da binpêkirinên mafên mirovan, mijarên li dijî qanûnên şer. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke mezin e ku divê bi awayekî navneteweyî were çareserkirin. Divê zext li Serokkomarê Tirkiye û rêxistinan were kirin. Min sala 2019’an dema greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê nameyek îmze kir û di heman demê de daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan kir. Ez yek min hişyartir kir. Piştre xwestin têkildarî rewşa Ocalan û gelê Kurd li Ewropayê tevlî konferanseke bibim, min gelek xwest lê min nekarî. Pir bala min kişand ku Ocalan zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ye û di bin kiryarên tirsnak û tecrîdê de ye. Ez difikirim ku tiştên bi vî rengî dînîtî ye. Ez li tundiya ku niha li cîhanê dewam dike dinêrim û her ku diçe xiraptir dibe.

Min bi lêkolînên xwe hîn kir ku heta Erdogan jî hewl daye bi Ocalan re çareseriyek bibîne. Pêvajoya Osloyê û hevdîtinên rasterast ên bi Ocalan re hebûn. Piştre min dît ku ev pêvajo xira bûne. Min ferq kir ku Ocalan ji aliyê piraniya gelê Kurd ve weke rêberê siyasî, manewî û hestiyarî hatiye qebûlkirin. Heta ku tevkariyê li pêvajoyê neke zehmet e ku çareseriyeke bi wate ji vê pirsgirêka qedîm re bê dîtin. Ji ber vê yekê ji bo ku bala dezgehên navneteweyî bikşînin min pêşniyaz kir ku kampanyayeke nû ya nameyan têkildarî kirin, bêhiqûqiya tecrîdê û êşkenceyê bidin destpêkirin. Û min ji kampanyaya navneteweyî ya Ocalan re got ku di vê mijarê de dikarim alîkariyê bibim. Bi vî rengî destpê kir.

Min ji bo nivîsandina nameyan zêdetir lêkolîn kir. Ji aliyê Kurdan ve hat çavnêrî kirin û hat qebûlkirin. Piştre min tevî hempişeya xwe ya xelatgirê Nobelê ji hemû xwediyên xela Nobelê re şand. Çi Nobelên Aştiyê be, çi bijîşkî be yan jî wêje; ferq nedikir. 69 xelatgirên me yên Nobelê hene. Ez hêvî dikim ku ji bo gelê Kurd hin çalakiyan bikin tevgerê. Ez amade me ku alîkariya xwe bidomînim.

Pirsgirêka Abdullah Ocalan û Kurdan çawa bi siyaseta herêmî û navneteweyî ve tê girêdan û di asta kûrewî de çi girîngiya vê heye?

Gelê Kurd her tim hatin tacîzkirin, hewl hat dayîn ku weke pirsgirêk werin tunekirin. Dibe ku muzakereyên bi Ocalan û Tirkiyeyê re di xaleke bilind de bû, lê piştî ku Tirkiye êrîşî gelê Kurd ên li Sûriye û Iraqê kir, ev li herêmeke ku jixwe tundî û şer pir zêde lê hene, bû pirsgirêkeke herêmî. Bêrêziya li dijî mafên mirovan heye. Min xwest vê rewşê biguherînim.

Her wiha name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropa û Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê re hatin nivîsandin. Hûn dikarin bibêjin ku çima ev alî hatin hilbijartin û erkên xwe çawa bi cih naynin?

Tirkiye divê di pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê de bersivê bide biryarên ajansên ku me name ji wan re nivîsandine. Ya rast ajans yan jî rêxistin zextê nakin, hin pêşniyaran dikin. Ew bersiv dane û êşkence û tecrîd berdewam dike. Min ev hizirî û li gorî min sedem ew e ku ditirsin ger pir zêde zextê bikin wê di derbarê wî de bersivê negirin. Lê tîştek nekirin alîkarî nade wî. Alîkarî nade gelê Kurd.

‘ERDOGAN SERÎ DEREWAN DIDE’

Em hinek qala nameyê bikin. Girîng e ku we di nameyê de bi bîr xistiye xelatgirtên nobelê ji mafên mirovan ên Abdullah Ocalan bi fikar in. Gelo hûn li bendê ne ku di demeke nêz de bersiveke erênî were? Ger neyê, wê gavê we ya piştre çi be?

Nameya ku 50 xelatgirên Nobelê îmze kirin, ku di sala 2019’an de ji bo piştgirîdayina girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de û bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan hatibû nivîsandin. Tu tişt çênebû. Ji ber vê yekê dema ji bo azadiya Ocalan bi kampanyaya navneteweyî re axivîn, em fikirîn ku wê dubarekirina vê bisûd be. Ji ber vê yekê min got ez ê alîkarî bidim û nameyan binivîsim û niha 69 xelatgirên me yên Nobelê henen. Ger ez rast biaxiwim, ne li benda bersivê me. Xwezî bersiv bidin. Lê bi taybetî tu hêvî ji Erdogan nakim. Ew her kesî ji nedîtî ve tê. Dema ku me di nameyeke de got rêxistinên cuda zextê dikin yan jî nirxandinên derbarê neqanûniya tecrîd û êşkenceyê de belav dikin jî bersiv neda. Qet bersivê nade yan jî bi derewan bersiv dide. Ez nizanim piştre wê çi bibe. Name wê di demek nêzik de bên şandin. Hê nehatiye şandin. Ez nizanim bê ka em ê çi bikin. Di wê xalê de plankirin zehmet e, ji ber ku divê em bibînin bersivê were yan ne. Eger bersivek hebe, ji xeynî derewan çi dibêje? Ji ber vê yekê divê baldar bin û gavên piştî wê binirxînin.

Li gorî ve ev rêxistin çima erkên xwe bi cih naynin? Hem CPT û hem jî NY’ê qebûl dikin ku tecrîda demdirêj êşkence ye. Lê dîsa jî daxwaz nakin ku Tirkiye peymanên xwe yên zagonî bi cih bîne. Tirkiye çima ji berpirsiyariya bersivdayinê muaf tê girtin? Û di vê rewşê de Abdullah Ocalan ji mehkûmeke zêdetir dikare weke rehîneke bê dîtin?

Tirkiye ji welatên din ên ku mafên mirovan binpê dikin zêdetir an jî kêmtir ne cuda ye. Li qirkirina Îsraîlê binêrin. Dîwana Edaletê ya Navneteweyî banda guhertinê kir û ew pişt guh kirin û qirkirinê domandin. Ez di wê baweriyê de me ku pergala navneteweyî di rewşeke tirsnak de ye. Ev dihêle ku welatên weke Tirkiyeyê tîştên ku divê bikin pişt guh bikin. Heta ku parêzbendî bi dawî nebe wê ev yek dewam bike. Ez difikirim ku ew rehîn e yan jî hê mehkûm e? Ez difikirim ku ew mehkûm-rehîn e. Ez bawer nakim ku di navbera rewşa wî ya weke mehkûm û rehînê de cudahiyeke zêde hebe. Rêxistin zextê li Tirkiyeyê nakin ji ber ku ditirsin gihandinên wan wê zêdetir kêmtir bibe. Ev li gorî min bê wate ye. Bergeheke bê wate ye; ji ber ku piştî 25 salan hê jî di girtîgehê de ye.

'DIVÊ CIHAN ZEXTÊ LI SER TIRKIYÊ BIKE'

Di şert û mercên Abdullah Ocalan ên 25 salan de zilm û zordarî çi rol lîst? Ji çalakiyên berê xuya ye siyaseta dewleta Tirkiyê bi kîn û dijminatiyê tê birêvebirin, weke ku Tirkiye dara Abdullah Ocalan qala wê dikir pencereya xwe de lê dinêre hêdî hêdî dibire. Hûn vê yekê çawa dibînin?

Ez difikirim ku ev analîzek rast e. Bi kîn û dijminatiyê tê birêvebirin û tenê dixwazin pirsgirêka Kurd ji holê rakin. Bi vê re ji holê bê rakirin. Ev ê nebe. Nedîtina rewşê ne çareserî ye. Zilm û kîn ne çareserî ye. Divê cihan zextê li Tirkiyeyê bike. Rewşa cihanê, êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, qirkirina li Xezeyê, ya ku bi dehan sal e bi serê kurdan de tê û girtina Ocalan, hemû bi hev re nîşan didin ku cihan bi rastî di rewşeke xedar de ye. Yek ji wan pirsgirêkan jî destnedan e. Destnedan destûrê dide ku Tirkiye li gorî xwe nêzîkî Ocalan bibe. Ji ber ku tiştek nabe. Ji ber vê yekê me name nivîsandin û hêvî dikin ku kampanyaya navneteweyî bi encam bibe.

Ma mirov dikare bêje ku bêçalakiya li ser pirsgirêka Abdullah Ocalan jeopolîtîk e yan jî dibe ku bi polîtîkayên navxweyî yên Yekîtiya Ewropayê ve girêdayî be? Tê bîra te, me dît ku Konseya Ewropayê çiqas zû li pey endamtiya Rûsyayê geriya. Lê Tirkiye her tim binpêkirinên xwe weke mafekî ji xwe re dibîne. Weke endamekî NATO’yê û dewleteke ji rawestandina pêla koçberan ber bi Ewropayê ve berpirsyar e dibîne. Niha Tirkiye her roj êrîşî Iraq, Kurdistan û Rojava dike. Her roj herêmê bombebaran dike. Lê tu dewletek Ewropî di vê mijarê de metirsîdar xuya nake. Hûn vê yekê bi çi ve girêdidin?

Bi dîtina min Tirkiye ji bo YE û NATO’yê her tim girîng e. Ji ber ku wê weke pirek di navbera Ewropa û alema misilmanan de dibînin. Ev analîza min e. Naxwazin vê rewşê xera bikin. Dibe ku ew naxwazin tevlî şerekî din bibin. Ew ditirsin. Ev  tiştekî ne baş e.

‘EZ BANGA TEVLÎBÛNA PÊNGAVA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ DIKIM’

Ji bo li girava Îmraliyê hiqûqa navneteweyî pêk were, ji bo Tirkiye bê lêkolînkirin, bê çavdêrîkirin û zext lê were kirin divê ev sazî zexteke çawa bikin? Dikarin dengê xwe çawa bidin bihîstin an jî alîkariyê bidin vê dozê?

Dikarin tevlî kampanyayên navneteweyî yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bibin. Wê pêşniyara min a yekem ev be. Dema ku hûn tevli tevgerekê bibin, tevgerîn pir hêsane, ji ber ku xwedî heman dîtinê li dora we ne û dikeve nava tevgerê. Ger hûn carinan xwe di tecrîdê de hîs bikin ev ê kêrî tiştekî neyê. Ji ber vê yekê ez pêşniyar dikim ku tevlî kampanyayê bibin û dikarin takekesî ji Erdogan nameyan binivîsin. Ew dikarin ji rêxistinên ku em ji wan re dinivîsin weke takekesî nameyan bişînin.  Li gorî min ev ji bo destpêkirinê rêyek vekirî ye.

Peyama we ya dawî çi ye?

Ez dixwazim bi xelatgirên din ên Nobelê re li girtîgehê serdana wî bikim. Ez dixwazim ku ew bizanibe ku em bi hev re ne. Em dizanin ku gelê Kurd wî weke rêber dibîne. Ez difikirim ku ger Tirkiye destûrê bide em biçin û pê re hevdîtinê bikin wê tiştekî baş be. Wê ji bo min bibe gava yekem. Û paşê em ê ji wir berdewam bikin.