TJK-E'yê bang kir: 7 û 8'ê Cotmehê dakevin qadan

TJK-E'yê bang li her kesî kir ku di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de li dijî tecrîdê li her derê dakevin qadan.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê di 7 û 8'ê Cotmehê de dakevin qadan.

TJK-E'yê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di nava şert û mercên herî giran ên dîlgirtinê de li dijî dewleta Tirk a faşîst qirker û hêzên komploger têdikoşe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berevajî planên xayin ên komplogeran di nava 25 salan de eniya têkoşînê her roj hinekî din mezin bû, ji Kurdistanê derbasî tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bû. Bêguman di navenda vê têkoşîna bi rûmet de jî Rêber Apo heye."

TJK-E'yê ragihand ku pêvajoya komployê ya ku ji bo îmhakirina nirx û destketiyên gelê me û tevgera azadiyê hate destpêkirin, di rewşa heyî de li Îmraliyê, li çar parçeyên Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, li zindanan, li qadên civakî û siyasî bi rengekî bêrehm dewam dike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bi polîtîkaya taybet a li Îmraliyê re sîstema tecrîdê ya li ser Rêber Apo li dijî hemû hêzên alîgirên azadî û mirovahiyê weke sîstemeke êşkenceyê tê meşandin. Bi binpêkirina hemû pîvanên hiqûqî re dewleta Tirk a faşîst ev sîstema giran roj bi roj kûr kir û şerê qirkirinê bi vê yekê re berfireh kir. Di vir de yên têne tecrîdkirin jin in, gelê Kurd e, mirovahî ye. Her wiha 31 meh in têkiliya Rêber Apo ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin, tecrîdeke metirsîdar heye, li ser jiyan, ewlekarî û jiyana Rêber Apo ti agahî nayê wergirtin. Di rewşeke bi vî rengî de CPT hîn jî vê rewşê ji nedîtî ve tê ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Di serî de CPT hemû saziyên navneteweyî heta niha bêdeng man, li hemberî sîstema tecrîda mutleq û vê êşkenceya li ser Rêber Apo ya pêwîst nekirin. Di serî de CPT em bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar dikin û bang li wan dikin ku wezîfeya xwe pêk bînin.

Li ser vê bingehê weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) em soza xwe dubare dikin ku heta şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Di têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de Rêber Apo şîfreya jiyana azad û wekhev da me. Lewma em komploya 9'ê Cotmehê careke din şermezar dikin, di salvegera komployê de bang li her kesî dikin ku tevlî çalakiyên 7 û 8'ê Cotmehê bibin ku wê li Ewropayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê bêne lidarxistin. Em bang li jinan, gelê xwe, her kesên baweriya xwe bi jiyaneke azad û wekhev tînin dikin ku hîn bi xurtî û bi bandor tevlî têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin."

Plansaziya çalakiyan bi vî rengî ye:

7'Ê COTMEHA 2023

FRANSA

Paris
Saet: 14.00
Cih: Gare du Nord

Marsilya
Saet:13.00
Cih: Canebiere

*

SWÎSRE

Zürich 
Saet:16.00
Cih: Helvetiaplatz 

*

HOLLANDA

Amsterdam 
Saet:12:30 
Cih:Jonas Daniël Meijerplein 

*

SWÊD

Stockholm
Saet: 15.00
Cih: Norra Bantorget

Malmö
Saet: 13.00
Cih: Gustav Adolfs Torg

Göteborg
Saet: 14:00
Cih: Brunsparken

*

DANÎMARKA

Kopenhag
Saet: 13.00
Cih: Vesterbro Torv

*

FÎNLANDIYA

Helsinki
Saet: 15.00
Cih: Narinkkatorg

*

NORWÊC

Oslo
Saet: 14:00
Cih: Trafikanten

*

ELMANYA

Duisburg
Saet: 14.00
Cih: Duisburg HBF

Berlin 
Saet: 17.00 
Cih: Alexanderplatz

Kiel
Saet: 15.00
Cih: Matrosenplatz/ Bahnhof

Bremen
Saet: 15.00
Cih: Domshoff 25

Hamburg
Saet: 16.00
Cih: Hachmann Platz/HBF

Hannover 
Saet:13:00
Cih: Steintor

*
8'Ê COTMEHA 2023

BELÇÎKA

Brüksel
Saet: 12.00
Cih: Gare Central

*

FRANSA 

Bordeaux
Saet: 13.00
Cih: Place De La Bourse