Serhat: NA ji mêtîngerî, serdestî û zayendîperestiyê re!

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat: Ji bo pêşîgirtina li komploya referandûmê NA! NA ji tîrantiya şexsekî re! NA ji dijminatiya li jinê re! NA ji mêtîngerî, serdestî û zayendîperestiyê re!

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat, polîtîkayên faşîzan ên rejîma AKP'ê û referandûma meha Nîsanê ji ajansa me re nirxand.

'BI REJÎMA DARBEYÊ, WELAT Û CIVAK TÊ BIRÊVEBIRIN'

Serhat bibîr xist, ku di roja destpêkê ya hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê de weke tevgera jinê wan dan xuyakirin, ku ev darbe wê di demeke kurt de ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ya darbekar ve weke darbeyekê li dijî Kurdan, jinan û hêzên demokratîk bê bikaranîn û got, "AKP'ê klîka nixumandî ya darbeyê bi biryarnameya Rewşa Awarte re kir qanûn. Bi rejîma darbeyê welat û civak tê birêvebirin. Li hundir, bi şerê li dijî civakê re û li derve jî bi stratejiya şer hewl dide xwe li ser piyan bigire. Faşîzma AKP'ê ji bo civakê kontrol bike, bi polîtîkayên şerê taybet êrîşî mûxalîfan dike. Hemû çapemeniya mûxalîf girt. Di siyasetê de jî, ji bo bi temamî kontrol bike, bênavber zextê li tevgera jinê KJA û HDP'ê dike. Deriyê partiyekê nayê mohrkirin, lê belê bi van pêkanînên xwe re, ji girtinê jî xerabtir kir."

Serhat girtina Hevserokên HDP'ê, parlamenter, hevşaredar, siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen, nûnerên tevgera jinan, hêzên demokratîk bibîr xist û got, "Ji bo têkbirina hêza rêxistinbûyî civakê êrîşî tevgera jinên Kurd, tevgera Kurd a demokratîk û gel kir. Piştre berê xwe da hêzên demokratîk ên civakê. Jin ji ber ku li ber zayendîperestî, siyaseta qirkirinê û faşîzma Erdogan radibin, bûne hedef. Hewl tê dayîn vîna jinê were şikandin û rêxistinbûna wê ji hev were belavkirin. Li dijî vê yekê, raperîna jin û gelê Kurd dewam dike, wê bidome. Di heman demê de hemû bindest li ber xwe didin."

NA JI MODELA BAASÊ YA BI RENGÊ AKP'Ê!

Serhat diyar kir, destûra bingehîn a ku Erdogan dixwaze bide qebûlkirin, weke rejîma Baasê ya bi rengê Tirk dikare bê binavkirin û got, "Ev yek modela yek partî, yek şexs û dewleteke xwe dispêre yek partiyê ye. Bi vê yekê re wê zext li her kesî were kirin, ku bibin endamê partiyekê. Ev jî tê vê wateyê; eger tu ji partiya AKP'ê be, mafê te heye. Eger tu ne jê be, mafê te nîne. Bi rêya vê cihêkariyê, êrîşkariya faşîzmê li ser tevahiya civakê belav bûye. Rewşa civak, şexs û jinê ku rejîma Sûriyeyê rê li ber vekiriye, li pêş çavan e. Pêkanîna hilbijartinê bi tena serê xwe ne krîtera demokrasiyê ye. Ti mafê miroveke/î ne ji AKP'ê be, nîne."

Ronahî Serhat anî ziman, ya ku bi referandûmê pêşkêşî gel tê kirin, modela rejîma Baasê ya bi rengê AKP'ê ye û got, "Êşên ku di serdema Iraqê a bi Saddam re û di serdema Sûriyeyê ya bi Esad re bi jinan û gelan hatiye kişandin, hê jî weke birîneke xwîn jê tê ye. Erdogan jî dixwaze rejîma Baasî ya ku maweyê xwe ji zûdeyî qediya ye, serdest bike. Civak wê bi hemû hêza xwe li dijî rejîma Baasê ya bi rengê AKP'ê bêje NA!.

'GIRÎNG E HER KES LI DORA DENGÊ 'NA' LI HEV BICIVIN'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat anî ziman, ku referandûm xefikeke qanûnî ye ku siberoja civakê eleqedar dike û got, "Referandûm bîreke dînamîtê ye, ku gefê li hebûn, tenduristî û ewlekariya civakê dixwe. Ji bo ev gef ji holê were rakirin, divê eniya 'NA' bi ser bikeve. Agir berdane tevahiya Tirkiyeyê û eger neyê vemirandin wê her kesî bişewitîne. Kurdistan ji xwe di nava dorpêçiya agir de ye. Lewma nêrîna xwe ya siyasî, nasnameya xwe çi dibe bila bibe, Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Çerkez, Rûm, Elewî lazim e her kes li dora dengê 'NA' li hev bicivin. Ji bo ti kes di nava vî agirê dojehê yê AKP'ê de neşewite, divê ev agir bê vemirandin. Ji bo vê jî divê her kes bêje 'NA'. Ji bo mirov dengê na bi kar bînin, bi hezaran sedem hene. Lê ji bo dengê 'erê' ere bikaranîn, sedemek bi tenê jî nîne."

LI DIJÎ DIJMINATIYA LI JINÊ, LI DIJÎ ZEXT,Z ORDARÎ, ŞER Û QIRKRINÊ 'NA'

Serhat da zanîn, ji bo pêşî li komploya referandûmê were girtin, 'NA' gelekî girîng e û wiha dewam kir: "Em piştgiriyê didin belavoka bi îmzeya 'NA' ya jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî. Em tevlî vê dibin. Û em dibêjin; Ji bo pêşîgirtina li komploya referandûmê NA! Li dijî tîrantiya şexsekî NA! Li dijî dijminatiya li jinê NA! Li dijî zext, zilm û xulamtiyê NA! Li dijî yên êrîşî jiyana me dikin NA! Li dijî desthilatdariya şerê qirkirinê li hemberî Kurdan dimeşîne NA! Li dijî eksên ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî gelan dixin nava êgir NA! Li dijî yên tecawizkaran diparêzin NA! Li dijî zîhniyat serdest a ku jinê biçûk dibîne NA! Li dijî mêtîngerî, serdestî û zayendîperestiyê NA! Li dijî profîla siyasî ya jina bi rengê AKP'ê ku karîkaturê mêr ê serdest û êrîşkar e NA!"

Ronahî Serhat da xuyakirin, ku ew destekê didin van kampanyayên bi rûmet û nasnameya jinê ji bo jiyaneke azad ji aliyê jinan, ciwanan, hêzên demokratîk, rewşenbîr û hunermendan ve hatiye destpêkirin.

Serhat destnîşan kir, divê dengê 'NA' geş be û ji bo Kurdistan û Tirkiyeyeke ronî, têkoşîn were xurtkirin.