Li Stenbolê dijî tecrîdê çalakî hatin li dar xistin

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbolê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li ser navaroka çalakiyên xwe ev agahî da:

"Li hemberî tecrîda fîzîkî ya dewleta Tirk a faşîst, di şexsê Rêberê me de li dijî tevahiya gelê Kurd pêk tîne, em dibêjin, em ê we di tarîtiyê de bifetisînin. Di agirê ku em pêdixin de, faşîzm wê hilweşe û gel dê bi ser bikeve.

Em di şexsê hevrê Zîlan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

 Agahiyên çalakiyên bi pêşengiya Jinên Tîrêjên Rojê wiha ne:

Yekîneyên me di 25’ê Hezîranê de li ser rêya Pendîka Stenbolê li dijî trafoyek çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de trafoya ku ceyranê dide otoban û kargehên derdorê hate şewitandin û piştî bûyerê gelek îtfaiye ji tefandinê çûn qadê, lê enerjiya ku dewleta Tirk a faşîst bi îstismarkirina gel dabû kargehan, hat birîn.

Di 18/06’an de li Taxa Fîkirtepe ya Stenbolê depoyên berhemên înşaatên şîrketên înşaetê yên ku çerxên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dizivirînin ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

Heya ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk were dê çalakiyên me di asta herî jor de berdewam bikin.”