Li Kurdistanê kuştina jinan asayî nîşandan encama polîtîkaya şerê taybet e

Li Tirkiye û Kurdistanê bi taybetî di dema desthilatdariya AKP'ê de bûyerên kuştina jinan zêde bûne.

Kuştina jinan bi taybetî ji ber polîtîkayên şerê taybet a dewletê ya li Kurdistanê, nayên eşkerekirin. Di encama polîtîkayên şerê taybet a dewletê li dijî jinan dimeşîne de, li Kurdistanê jî kuştin û sûcên li dijî jinan zêde bûne. Ji ber di bûyerên tundiya zayendî, tacîza zayendî û îstîsmara li ser jinan a li Kurdistanê de hêz û karmendên dewletê di rêzên pêş de ne, kuştina jinan bi têgehên mîna ‘namûs’ û ‘gerdîş’ tê pênasekirin, dihêle êrîşên li dijî jinan ên li Kurdistanê qismî be jî li Tirkiyeyê bê nixumandin.

Di hawireke ku êrîşên dewletê yên li hemberî siyasetmedarên jin ên Kurd ji nedîtî ve tên û hewl tê dayîn êrîş û kuştina jinên Kurd ji rêzê werin dîtin de, helwest û çalakiyên saziyên jinên Kurd ên li dijî van polîtîkayên şerê taybet hişt ku êrîşên li dijî jinên Kurd bên dîtin.

JI BER KU TIRKÎ NIZANIN GILÎ NAKIN

KAMER’ê di sala 2015’an de raporek weşand û diyar kir ku jinên bi tenê Kurdî dizanin, li gorî yên Tirkî daxivin kêmtir gilî dikin. Ji ber li saziyên dewletê axaftina bi Kurdî qedexeye û zîhniyetek dewletê ya li dijî Kurdan heye, ev dibe sedemek girîng ku jin nekaribin gilî bikin.

Di lêkolîneke ku di sala 2007’an de ji aliyê Ayşe Gul Altinay û Yeşîm Arat ve li ser tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê hatiye kirin, rêjeya tundiya fizîkî ya li ser jinan li Kurdistanê li gorî giştî ya Tirkiyeyê ji sedî 63’ye. Piraniya van bûyerên tundiyê di darazê de cih negirtin.

Di daneyên sala 2016'an de TÛÎK'ê li tevahiya Tirkiyeyê herêma ku herî zêde tundiya fizîkî lê hatiye kirin, bajarên Kurdistanê nîşan dide. Ji xeynî van daneyan, bi sedan bûyerên kuştina jinan û tundiya li ser jinan ku destê hêzên dewletê di nav de bû, cihê xwe di lêkolîn û raporan de negirt in.

Hin mînak ji van êrîşên ku pêk hatine;

* Di Tebaxa 2022’yan de li Şirnexê zaroka 17 salî Firdevs Babat, ji aliyê cerdevan Ramazan Babat ve hate qetilkirin.

* Di Mijdara 2022’yan de li Amedê jina bi navê Meryem Sevîm, ji aliyê mêrê bi navê Mûsa Sevîm ve hate qetilkirin.

* 14’ê Gulana 2022’yan li Şirnexê Sakîne Kultur, ji aliyê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin.

* 16’ê Gulana 2022’yan li Karakoçanê Remziye Apaydin, ji aliyê sercerdevan bi navê Nîhat Can ve hate qetilkirin.

 * 8’ê Hezîrana 2022’yan Rozerîn Yildiz, ji aliyê dergevan Ozcan Yildiz ku dixwest hev berdin ve hate qetilkirin.

* 17’ê Hezîrana 2022’yan li Amedê Serokê MHP’ê yê bajêr Cîhan Kayaalp, di doza destdirêjiya li zarokekî her çendî delil hebûn jî beraat kir.

* 26’ê Tîrmeha 2022’yan N.Ç. ya 13 salî demek dirêj bi awayekî sistematik ji aliyê cerdevan, leşker, karmendê dewletê, mele û gelek mêr ve rastî îstîsmara zayendî hat. Yek ji bersûcan Şeyh Davût D. bi dawetiyên taybet tevlî gelek çalakî û şahiyên ku ji aliyê dewletê û AKP’ê pêk hatine, bûye.

MIRINA BI GUMAN TUNEYE, TUNDIYA MÊR A KU TÊ VEŞARTIN HEYE

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz a Şaxê Amedê Gîzem Mîran û Endama Desteya Çavdêriyê ya Komeleya Jinê ya Rosa Halîme Akyol êrîş û hewldanên komkujiyê yên li hemberî jinên Kurd ji ANF'ê re nirxandin.

Helîme Akyol, anî ziman ku Kurdistan erdnîgariyek bi mêtingeriyê re rû bi rû maye û got ku li dijî tevahî qadên jiyanê polîtîkayên taybet tên pêk anîn. Akyol wiha axivî, “Ji qada siyasetê heta sporê hemû polîtîka bi awayeke taybet hatiye destgirtin. Mirina jinan a bi guman ku bi hincetên wek xwekuştin, qeza an jî ji bilindahî ketin didin pêş, li her devera welat zêde bûne. Bi taybetî piştî biryarnameya Serokkomar a dema dawî, tundiya mêr zêde bûye û dewam dike.”

Akyol, kuştina jinan ên li Kurdistanê di bin navê namûs û gerdîşê de jî bibîr xist û wiha domand, “Ne raste ku mirov kuştina jinan li gorî rojhilat û rojavayê welat cuda bigire dest, ev yek êrîşek li dijî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e. Di rastiyê de kuştina jinan polîtîk e. Desthilatdariya heyî hem bi axaftin hem jî bi pêkanînên xwe piştigirî dide vê zîhniyetê. Ji ber ku mêr hêz ji desthilatdariyê digire û israra hebûna xwe li her qadê bide pêş, di jinan de lêpirsînek xurt a zanebûna zayendî pêş xistiye. Xwesteka jin a tevlîbûna jiyanê zêde kiriye.”

JINÊN KURD XWEDÎ WÊ TECRÛBE Û HÊZÊ NE KU HEMÛ JINAN BI RÊXISTIN BIKIN

Helîme Akyol, diyar kir ku Têkoşîna Azadiya Jina Kurd bandorek mezin li têkoşîna azadiyê ya jinan kiriye û anî ziman ku tevî hemû polîtîkayên tundî û çewisandinê jî jinên kurd tevkarî li pêşketina cewhera polîtîka û exlaqê kiriye û got ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ re zîhniyetek nû ava kiriye. Akyol wiha dirêjî da axaftina xwe, “Li dijî faşîzma desthilatdariyê, ji bo qezenckirina nasnameyek enternasoyal, ji ber di israr û hêza xwe ya rêxistinî mafdar e, bi lehengî têkoşîna xwe berdewam dike. Ji ber jin serî li dijî vê pergalê hildidin xwe bi rêxistin dikin û bi lehengî li ber xwe didin helbet hin hêzan ditirsînin.

Dîsa li Îranê jina Kurd Jîna Emînî ji ber ji aliyê polîsên exlaqî ve hate qetilkirin serhildanên ku piştî wê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpê kir, li hemû cîhanê belav bû û ev yek jî hêza jin a rêxistinbûyî nîşan da. Ev yek nîşaneya ku jina Kurd xwedî tecrûbe û rêxistinbûnek ku dikare hemû jinan birêxistin bike. Jinên ku neçar hatine hiştin ku li beramberî faşîzma desthilatdariyê xwe îspat bikin, wê her tim hebin.”

Helîme Akyol, di demên dawî de derketina HUDA-PAR’ê jî bibîr xist û got, “Ji nû ve derketina HUDA-PAR’ê ku berdewamiya Hîzbûlahê ye, bûyerên kuştin û êşkenceyên salên 90’yan bibîr dixîne. Em bûn şahid ku bi taybetî di wê demê de kezap li ser rûyê jinên Kurd de hate rêjandin. Mirov meraq dike, gelo AKP’ê dixwaze bi rêya HUDA-PAR’ê li hemberî jinên ku bi axaftin û pêkanînên xwe “nekarîne ragirin” zextên taxan çêbike û bi mezinkirina çanda tirsê vê hêza rêxistinkirî ji hev belav bike.

DEWLET BI ARGUMANÊN XWE VE DI ÇAPEMENIYÊ DE XWE DIDE DER

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz a Şaxa Amedê Gîzem Mîran, ragihand ku li Kurdistanê qetilkirina jinan ji aliyê hin rêxistinên sivîl û saziyên dewletê ve bi têgehên weke 'adet û namûsê' ve têkildar dibînin, lê belê sedema vê yekê netew-dewlet e. Gîzem Mîran wiha berdewam kir, " Hişmendiya namûsê ya ji nirx û rêzikên exlaqî pêk tê û mebest kontrolkirina jinê ye ku ev yek weke rêgezeke netew-dewletê tê qebûlkirin. Dewlet vê yekê di çarçoveya qetilkirina jinan de bi argumanên xwe ve di çapemeniyê de nîşan dide. Bi rêya çapemeniyê hewl dide hişmendiya baviksalariyê di nava civakê de kûrtir bike. 

Têgîna kuştina ji bo namûsê ku gelek caran ji aliyê rewşenbîrên Tirk ve jî bêyî dîtîna cudakariya zayendî û etnîkî ji bo misogerkirina îdeolojiya fermî ya dewletê hatiye bikaranîn. Her çend ev yek bi saya têkoşîna jinan kêm bibe jî, hê jî ji aliyê hin saziyên sivîl ve tê bikaranîn.

TÊGEHÊN GERDÎŞ Û NAMÛSÊ JI BO BINPÊKIRINA MAFÊ JINAN TÊN BIKARANÎN

Gîzem Mîran, got ‘’Têgehên 'namûs û gerdîşê' yên ji bo êrîş û qetilkirina jinên Kurd tên bikaranîn, weke 'taybetmendiyên gelê Kurd' tên nîşandan. Ev yek bi zanebûn tê kirin. Bi vê yekê re dixwazin di raya navneteweyî de rê li ber daxwaza mafê Kurdan ên bingehîn bigirin.’’

Gîzem Mîran, anî ziman ku di şert û mercên asayî de jî jin bi zehmetî dikarin giliyên xwe bikin û mafên xwe biparêzin û got, “Tevî vê yekê li Kurdistanê mekanîzmayeke ku jinên rastî tundiyê tên, bi zimanê xwe yê zikmakî serlêdanê bikin tune ye. Têkoşînan jinan tenê di çarçoveya vê yekê de jî mafdarbûn û hewcehiya xwe nîşan dide. Jinên tundiyê dibînin yan jî malbatên piştî kuştina jinan mexdûr dibin, dikarin tenê serlêdan û gazinên xwe ji saziyên jinan ên di vî warî de dixebitin bikin û dengê xwe bilind bikin. Em dibînin ku hemû merheleyên pergala hiqûqê di nava xwe de bi astengên baviksalariyê tije ne. Jinên mexdûr bi vê hiqûqê zêdetir tên mexdûrkirin.”

BI HIN RÊYÊN DIN CEZAYÊ MÊRAN TÊN KÊMKIRIN

Gizem Mîran, destnîşan kir ku pergala hiqûqî mêran li dijî kuştina jinan diparêze û diyar kir ku madeya 462'yan a TCK’yê ku di sala 2003'yan de hatibû betalkirin lê belê bi madeyên heman rengî tê tetbîqkirin. Gizem Mîran, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî,  “Weke tê zanîn madeya 462’yan beriya betalkirina qanûna cezayê Tirk a kevin weke madeya têkildarî ‘kuştinên namûsê’ dihat qebûlkirin. Ev madeya ku hat betalkirin û bi sernavê  ‘’girtina di rewşa zinayê de û tehrîka giran a taybet’’di qanûnê de cih girt û di qetilkirinên jinan de rê li ber kêmkirinan cezayî vekir.

Têkoşîna tevgerên jinan û di pêvajoya lihevkirina YE’yê de di Tîrmeha 2003’yan ji meriyetê hatiye rakirin. Lê belê her çend ev yek ji qanûnê hatibe rakirin jî,  daraza mêrparêz ku perçeyekî pergala dewletê ye hê jî di kuştinên jinan de bi saya vê madeyê rê li ber kêmkirinan cezayan vedike û dike ku mêr bi vê yekê li hemberî darêzê weke makanîzmayeke parastinê dibînin. Jin ji aliyê hevjînên xwe, biyaniyan, birayên xwe, bavê xwe, mêrên nêzî wan li rastî tundiyê tên yan jî tên kuştin.

Meryem Sevîm mînaka vê yekê ya herî dawiyê ye ku ku di 13’ê Mijdara 2022’yan de ji aliyê fail Mûsa Sevîm ve demeke dirêj zor li wê hat kirin ku pê re têkiliyek hestyarî bidomîne. Her çend Merve Sevîm gelek caran nerazîbûna têkiliya wî anîye ziman û piştî redkirina daxwaza zewacê bi awayekî sîstematîk rastî tundiya psîkojîk maye û hatiye qetilkirin. Piştî demeke dirêj Mûsa Sevîm ji aliyê saziyan ve di rojevê de hat girtin û zext çêbû, hatiye girtin.”