'Jinên li hember teslîmiyetê şer dikin ditirsînin!'

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, Meclîsa Jinan a DBP’ê, Komîsyona Jinan a KCD’ê û Koordînasyona Jinan a HDP’ê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan daxuyanî weşandin.

Ji tevgerên jinan û partiyên siyasî peyamên têkildarî 25’ê Mijdarê didomin.

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, Meclîsa Jinan a DBP’ê, Komîsyona Jinan a KCD’ê û Koordînasyona Jinan a HDP’ê  têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan daxuyanî weşandin.

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, diyar kir ku 'di şerên herî bi xwîn ên dîrokê de tê xwestin ku faureyê li jinan qut bikin û bi vî awayî mirovatiyê ji holê rakin.”

'BI RÊXISTINBÛNÊ EM Ê AZAD BIBIN'

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî di dewama daxuyaniya xwe de got:

"Ji Xwişkên Mîrabel, heta Zîlanan, Bêrîtanan û herî dawî Ekîn Wan a rewşa herî tazî ya pîroziya jinê ye şoreşa jinê şitil dide em ê wek jin li hemberî şîdeta we şer bikin, xwe rêxistin bikin û azad bibin.”

DBP: HETA PERGALA BI SERWERIYA ZILAM JI KURDISTANÊ BÊ PAQIJKIRIN EM Ê TÊBIKOŞIN

Meclîsa Jinan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) jî, bal kişand ku polîtîkaya di şexsê jinê de xistina civakê bi taybet li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurdistanê didome.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dîroja têkoşîna me ya 40 salan nîşan daye ku, li hember vê komkujî, tinekirin û înkarê, li hember şîdet û zilma bi pergal a zilam em ê mafê xwe yê herî rewa bi kar bînin, heta dewleta serwer a zilam û pergala wê li Kurdistanê bê paqijkirin em ê têbikoşin. Di vê mijarê de em soz didin.”

Meclîsa Jinan a DBP’ê li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan da, bang li jinan kir ku di şexsê Ekîn Wan de têkoşînê pêş bixin.

KCD: ŞÎDETA LI HEMBER JINÊ ÎDEOLOJÎK E

Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî bi wesîleya 25’ê Mijdarê wiha got:

“Hêzên serwer ên dixwazin di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de jiyanê ji nû ve dîzayn bikin, di şexsê jinê de koletiyê, sertewandinê li ser civakê ferz dikin, dema redkirinê jî ji tecawizan heta komkujiyan bê dikarin çiqasî wehşî bibin nîşan didin. Em vê di nivîsên ji aliyê hêzên dewletê li ser dîwarên Farqîn, Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Sîlopiyayê ku cihên xwerêveberiya ne, hatine nivîsandin û dîsa jinên li bazarên koleyan ji aliyê DAIŞ’ê bi firotinê tên tecawizkirin dibînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em jinên her qadê jiyanê li dijî şîdeta li hember jinê di çalakî û aktîvîteyên di pêşengiya KJA’yê de dawetî têkoşînek hê xurttir û hê bi rêxistinî dikin.”

HDP: DEWLET ŞÎDETÊ CÎDÎ NAGIRE

Koordînasyona Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bal kişand ser daneyên şîdeta li hember jinê û cînayetan, wiha got: “Sala 2014’an ji 300’î zêdetir jin, tenê ji bo jin in, bi şîdeta zilam hatin qetilkirin, qasî wê jî birîndarî, tacîz û tecawiz li Tirkiyeyê çêbûn. Di deh mehên destpêka sala 2015’an, qetilkirina 255 jinan nîşan dide ku dewlet şîdeta li hember jinê cîdî nagire, tedbîrên pêwîst pêş naxe.”

LI KURDISTANÊ TERORA AKP’Ê

HDP’ê têkîldarî terora AKP’ê ya li Kurdistanê jî ev gotin: “Di bajarên bi rojan di bin dorpêçê de mane û pêdiviyên herî mirovî jî bi cih nayên, li ser jinan şerekî giran tê ferzkirin; jin û zarok wek hedef tên hilbijartin, di hundirê malan de, li ber deriyan, li nava kolanan tên qetilkirin, bedenên zarokên bêcan di sarincan de tên veşartin; bedena bê can a jinek ji aliyê hêzên dewletê hat kuştin ji bo şkandina rûmetê bi tazîkirinê tê teşhîrkirin. Di şexsê Ekîn Wan de êrîşa li hember beden û berxwedana jinê, mînaka herî erjeng a yekbûna şîdeta zilam û dewletê ye. Zîhniyeta her roj bi dehan jinan qetil dike û bi cezanekirinê teşwîq dike, zîhniyeta ku polîtîkayên cînsiyetparêz û dijmintiya jin dafirîne ye.”

Di daxuyaniyê de  bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxwaza berdewamkirina hevdîtinan jî hat ziman.