Hedefgirtina Çîgdem Kiliçgun Ûçar hat protestokirin

Jinan hedefgirtina Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar protesto kirin.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, piştî daxuyaniyên wê yên di dema vekirina Meclîsê de ji aliyê Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Oktay Saral ve hedef hat nîşandan. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a partiyê ji bo Ûçar daxuyanî dan. Di daxuyaniya TJA'yê de hat gotin ku êrîşa zayendîparêz, neteweperest a ku ji aliyê serşêwirmendê dijminê jinan hatiye kirin wekî hedefgirtina bi zanebûn dibînin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em jin, didin xuyakirin ku em ji her demê bêhtir li dijî van êrîşan û zîhniyeta faşîst hedef digirin, bihêztir in . Weke jinên TJA’yê me tu carî ji israra çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û têkoşîna li dijî zîhniyeta zilamê faşîst paşve gav neavêt û em ê navêjin jî. Em careke din bi bîr tînin ku em ê li dijî polîtîkayên mêtingerî yên vê zîhniyeta paşverû ya ku bi îmha, têkçûn û talanê ye, rawestin. Hevala me Çîgdem Kiliçgûn Ûçar vîna gel û jinan e. Ji ber ku li hemberî xitimandina li vî welatî rawestiya bû hedef. Em di şexsê Çîgdem Kiliçgun Ûçar de vê êrîşa li dijî hemû jinan şermezar dikin."

'DIJMINÊN KURD Û JINAN!'

Meclîsa Jinên Partiya Çepên Kesk jî ev tişt anî ziman: "Şêwirmendê serokomariyê ku di dema desthilatdariya faşîst û mêtînger de hat tayînkirin, li ser medyaya civakî bi axaftinên zayendîparêz û neteweperest Hevberdevka me Çîgdem Kiliçgun Ûçar kir hedef û gef li lê xwar. Li hemberî her êrîşan hêza me ya rêxistinî û baweriya têkoşîna me zêde bûye û vîna jinê bi ser ketiye. Jin israra xwe ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd yek gav jî paş ve neavêtin, li hemberî polîtîkayên şer û şîdetê, aştiya bi rûmet diparêzin. Tu carî dudilî nebin ku li dijî polîtîkayên kurdewarî û mêtînger xwe birêxistin bikin û weke li hemû qadên jiyanê di siyasetê de jî dengê xwe bilind bikin.

Em careke din bi bîr tînin ku tifaqa faşîst a desthilatdariya mêr a AKP-MHP’ê û tayînkerên wê; Çîgdem Kiliçgûn Ûçar Hevberdevka partiya 3’yemîn a herî mezin a welêt e ku bi vîna gel û vîna jinan hatiye hilbijartin. Îradeya jinê ye. Divê gumana tu kesî tunebe ku em ê di şexsê Çîgdem Kiliçgun Ûçar de bi mezinkirina rêxistinbûyîna xwe û mezinkirina têkoşîna xwe bersivê bidin vê êrîşa li hemberî hemû jinan."