YE’yê qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan qebûl kir

Dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê ji ber ku li ser pênaseyek hevpar li hev nekirin, yekem qanûnên Ewropayê yên ku tecawizê ji holê radike û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê armanc dike qebûl kirin.

Ev pêşnûme di meha Nîsanê de ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve bi êrênî hatibû pêşwazîkirin. Konseya Yekîtiya Ewropayê ya ku 27 welatên endam temsîl dike jî ev yekemîn qanûna YE’yê ya li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pejirand. Ev pejirandina fermî qonaxa qanûnî ya dawî bû.

Metna qanûnê sinetkirina jinan, zewaca bi darê zorê, dîmênên taybet ên bêyî riza wan tên parvekirin û tundiya sîber li Ewropayê dibe sûc. Girêdayî sûc ji salekê heta pênc salan cezayên herî kêm wê bê dayîn. Dîrektîf şert û mercên girantir ên ku cezayên girantir hewce dikin pêşkêş dike, wek mînak eger mexdûr zarokek an hevjînek an hevjînê berê be wê demê cezayê giran wê bê dayîn. . Her wiha tê armanckirin ku agahdarkirina rayedarên têkildar hêsantir bibe.

Wezîrê Edaletê yê Belçîkayê Paul Van Tigchelt ku serokatiya Konseya Ewropayê dike got: “Tundiya li ser jinê û tundiya nav malê sûcên domdar in. Ev qanûn dê piştrast bike ku li Yekîtiya Ewropayê sûcdar bi tundî werin cezakirin û piştgiriya pêwîst wê bidin mexdûran.”

Pênaseya qanûnî ya tecawizê ku li welatên Yekîtiya Ewropayê cuda bûn û bi mehan li ser metnê nîqaş hatin kirin. Di xala 5'an a pêşnûmeya ku ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve di Adara 2022’yan de hat pêşkêşkirin. Parlamentoya Ewropayê û welatên wekî Belçîka, Yewnanistan, Îtalya, Luksemburg û Swêd jî heman xetê şopandin.

Wezîra Wekheviyê ya Spanyayê Ana Redondo roja Sêşemê dema ku ew gihîşte civînekê li Brukselê got, "Em dixwazin ku ev dîrektîf hinekî îdiatir be." Lêbelê Renando got ku ew difikire ku ev qanûn "destpêkek baş e".

Dewletên endam dê sê sal hebin ku rêwerzê di qanûnên xwe yên neteweyî de veguhezînin.