'Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê her tim li ber xwe bidim'

Delegeya KCD'ê Nûriye Erkmen, li dijî zextên li jinan tê kirin, li ber xwe dide. Erkmen got, "Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê berxwedana xwe bidomînim."

Yek ji cihên ku operasyonên girtin û binçavkirinê lê zêde ye, Qers e. Li vê derê, jin hedefa sereke ya zextan e. Di serî de hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajêr, gelek siyasetmedar-hilbijartî yên jin hatine girtin. Delegeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Nûriye Erkmen li dijî van êrîşên li jinan tên kirin, li ber xwe dide. Erkmen got, "Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê berxwedana xwe bidomînim."

Qers, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê 2 ji 3 parlamenteran standibû, yek ji hedefên sereke yên desthilatdariya AKP'ê ye. Zêdeyî saleke pêla girtin û binçavkirinê li vî bajarî kêm nabe. Herî zêde jî êrîş li jinan tê kirin.

Delegeya KCD'ê Nûriye Erkmen diyar kir, jin di hedefa sîstemê de ne û destnîşan kir, ew li dijî vê li ber xwe dide û wê her tim li ber xwe bide.

Dayika 2 zarokan Nûriye Erkmen di heman demê de li kargeha xwe, kar ji jinan re peyda dike. Erkmen tevî berpirsyariya xwe ya dayiktiyê, pêşengiyê ji xebatên siyasî re jî dike. Erkmen, ji ber hevalên wê hatin girtin, bi tena serê xwe ma, lê bi biryardarî xebatên xwe didomîne.

Erkmen destnîşan kir, jinên li Qersê di nava lêgerîneke xurt a azadiyê de ne û got, "Hevserokên me yên jin ên bajar û navçeyan, hilbijartiyên me hatine girtin. Ji ber ku gelek heval hatin girtin, ez bi tena serê xwe mam. Lê belê li Qersê, lêgerîneke xurt a jinan ji bo azadiyê heye. Lewma li her cihê lê ne jin tevlî xebatê dibin. Paralelî vê yekê, zextên sîstemê jî giran in. Çend roj berê em li hev civiya bûn, lê bi TOMA'yan, bi panzer û wesayîtên zirxî yên bi navê kîrpî, zext li me kirin. Em timî tên şopandin. Her roj zextê dikin. Jin li vê derê di hedefa serdestiya mêr û desthilatdariya siyasî ya heyî de ne. Xebatên me yên li dijî vê yekê jî gelekî balê dikişînin."

Erkmen destnîşan kir, jinên li Qersê li gorî mêran xwedî helwesteke zelaltir in û got, "Jin siberojê girîng dibînin. Pirsa 'em dixwazin di nava sîstemeke çawa de bijîn' ji bo jinan gelekî girîng e. Ji ber vê yekê hîn zelal û bi biryar in. Di mijara dengdana li ser siberoja xwe de zelal in. Jin di nava AKP'ê de siberojekê nabînin."