Li gorî encamên nefermî Partiay Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Curê Reş a Rihayê şaredarî bi dest xist.
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl bi 10 hezar û 730 dengan bi ser ketin.
Namzetê AKP'ê jî 7 hezar û 420 deng wergirt.
Hevşaredarên bi ser ketin li ber avahiya partiyê spasiya girseya gel kirin.
Garîp Yeşîl got, "Em spasiya hemû şêniyên Curnê Reş dikin. Em vê serketinê deyndarê jinên Curnê Reş in. Bi taybetî li jinan, li tevahiya xelkê Curnê Reş pîroz be."
Paydaş jî got, "Me tecrîda li ser Curnê Reş bi hev re rakir. Zêdeyî 5 sal in ev mejî xizmetê tenê ji alîgirên xwe re dike. Em ê ji sibe û pê ve xizmetê ji tevahiya xelkê Curnê Reş re bikin."
Paydaş ragihand ku ew encamên hilbijartinê diyarî siyasetmedarê Kurd Mûhsîn Melîk dikin ku beriya 30 salan hate qetilkirin.
Paydaş anî ziman ku piştî wergirtina mazbatayan wê di demeke guncaw de vê serketina xwe li Curnê Reş pîroz bikin.