AKP’ê îtîraz kir, namzetiya Îşlek ê DEM Partiyî hate betalkirin

Li ser îtîraza AKP’ê, namzetiya Hevşaredarê Bedlîsê yê DEM Partiyê Faruk Îşlek hate betalkirin.

Namzetê Hevşaredariyê yê Bedlîsê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Faruk Îşlek, bi hinceta ku “dest ji wezîfeya xwe bernedaye” li ser nerazîbûna AKP'ê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve hate betal kirin.

Serokatiya navçeyê navendî ya AKP’ê di rojên derbasbûyi de ji bo namzetê hevşaredarîyê yê DEM Partiyê Îşlek û di heman demê de serlêdena ji bo endamtiya Meclîsa Navendî ya Bajêr Çetîn Gulmez û endamtiya Meclîsa Şaredariyê ya navçeyê ya Hakîm Kandore bê betalkirin serî YSK'a navçeyê da û YSK’ê namzetiya her 3 kesan betal kir. Piştî îtîraza DEM Partiyê YSK ji biryara xwe vekişiya.

Lê belê nûnerê AKP’ê yê di Lijneya Hilbijartinê ya Bilind de cih digire Recep Ozel careke din di 1'ê sibatê de serî li YSK’ê da, YSK’ê jî bi hinceta Îşlek di dema namzetiya xwe de dev ji wezîfeya endamtiya lijneya rêveberiya navçeyê bernedaye betal kir. YSK'ê namzetbûna endamên Meclisê yên din qebûl kir.

Ji ber ku pêşî li rêya îtîrazê hate girtin, DEM Partî divê heta 2'yê adarê roja şemiyê seat 17:00’an li dewsa Îşlek kesekî din weke namzet nîşan bide.