YE: Nêzîkatiya Polonyayê wê bêceza nemîne

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen anî ziman ku Varşova ya ku li ber serweriya bloka ji 27 neteweyan radibe, wê bêceza nemîne.

Serokwezîrê Polonyayê doh li Parlamenta Ewropayê di dema nîqaşekê de gelek caran bû hedefa rexneyan. Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen diyar kir ku Varşova ku li ber serweriya bloka ji 27 neteweyan radibe wê bêceza nemîne.

Von der Leyen, biryara hefteya derbasbûyî ya Dadgeha Destûra Bingehîn a Polonyayê, ku diyar dikir, hin qanûnên Yekîtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) li destûra bingehîn a Polonyayê nayê, weke "Rabûna yekser a li ber yekîtiya pergala hiqûqê ya Ewropayê" pênase kir.

Li hemberî vê helwetsa dadgeha Polonyayê, weke bersiv; ji karên qanûnî heta birîna fînansmanê û betalkirina mafê dengdanê sê alternatîf destnîşan kir.

Bruksel demeke dirêj e ku hikumeta Polonyayê serxwebûna dadgeriyê têk dibe, lê belê ev biryara dadgehê veguherî krîzê. Fikar zêde kir ku Polonya di dawiya dawî de dikare ji blokê cihê bibe.

Partiya Edalet û Hiqûqê ya neteweperest a li Polonyayê desthilatdar e, diyar kir ku planeke wan a 'Polexit' nîne.