Êrîşa koma nijadperest a li Belçîkayê li Aachenê hat şermezarkirin
Êrîşa komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê ya li dijî malbatên Kurd, li Aachenê hate şermezarkirin.
Êrîşa komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê ya li dijî malbatên Kurd, li Aachenê hate şermezarkirin.
Êrîşa komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê ya li dijî malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan, bajarê Aachen ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Zêdetirî 150 Kurdistanî li navenda bajêr li hev civiyan, alên YPG û YPJ'ê û pankartên ku êrîşa nijadperestan eşkere dike hilgirtin.
Di mîtîngê de belavoka ku êrîşa li Belçîkayê û helwesta Kurdistaniyên li Aachenê dijîn vedibêje ji aliyê nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Abdûrrahman Dêrikî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser bingeha nijadperestî, faşîzm û qirkirina Kurdan ku li Tirkiyeyê dimeşîne, hatin eşkerekirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Li dijî faşîzmê hemû bi hev re" û "Terorîst Erdogan" hatin berzkirin.