BI DÎMEN

Pergala êşkenceya Îmraliyê li Kolnê hat protestokirin

Li Kolnê cezayê disiplînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekî hat protestokirin.

Ji bo 3 mehan qedexeyeke din a hevdîtina bi malbatê re dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Cezayê disîplînê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi daxuyaniyeke girseyî hat protestokirin.

Daxuyanî ji aliyê FED-MED’ê ve li pêşiya Dêra Dom hat dayîn. Di daxuyaniyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berz kirin. Danezanên bi zimanê Elmanî yên li ser rewşa Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

Piştre daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê Elmanî hate xwendin. Girseyê bi dirûşmeyan polîtkaya şer ku dewleta Tirk bi PDK’ê re dimeşîne protesto kir.