MAK: Me çawişekî pispor da ber lêpirsînê û ceza kir

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku li dijî operasyonên leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk, dest bi seferberiya çalakiyan kirine û diyar kir ku di vê çarçoveyê de çawişekî pispor ceza kirine.

MILÎSÊN AZADIYA KURDISTANÊ

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku “17’ê Gulanê li Amedê li çiyayê Kirklar, Mûrat Dogan ê ku di nava artêşa Tirk a dagirker de weke çawişê pispor ê cendirmeyan wezîfe dimeşand, ceza kirine”.

ÇAWIŞÊ PISPOR HATE LÊPIRSÎNKIRIN

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çawişê pispor ê cendirmeyan li herêmê di îstixbarata artêşê de wezîfedarekî taybet e û ji aliyê gelê herêmê ve baş tê naskirin ka çi karî dike. Hatiye tespîtkirin ku ji bo ciwanên Kurd bike sîxûr, wezîfe dimeşîne. Bi agahiya ku Milîsên me wergirtî re, ev kes bi rengekî bi plan hate kişandina kemînê, hate bêbandorkirin û lêpirsînkirin. Milîsên me dema ku ev dagirker lêpirsîn kirin, derbarê xebatên wî û endamên din ên şerê taybet gelek agahî bi dest xistin.”

DEWLET MIRINA ÇAWIŞÊ PISPOR DIVEŞÊRE

MAK’ê diyar kir ku piştî lêpirsînê çawişê pispor ceza kirine û got: “Milîsên me çeka li ser wî, desteser kirin. Artêşa Tirk a dagirker û çapemeniya şerê taybet tevî ku dizanin ev leşker çawa hatiye cezakirin, ji malbata wî û raya giştî re ti daxuyaniyê nade û rastiyan diveşêre.”

MAK’ê ragihand ku dewleta Tirk ji bo çewisandina gelê Kurd û ciwanên Kurd ji refên têkoşînê dûr bixe, her cure polîtîkayên şerê taybet pêk tîne û got ku divê ciwan li dijî vê yekê xwedî li nirxên xwe yên cewherî û têkoşîna xwe derbikevin û hêza îradeyê û rêxistinkirî ya ciwanên Kurd nîşanî rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bidin.

MAK’ê ev bang kir: “Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku li dijî endamên şerê taybet ên dest bi xwîn û hevkarên wan, helwest nîşan bidin. Li dijî dagirkerên ku hewl didin ciwanên me li kafeyan û kolanan bikişînin nav çirava tiryak û fûhûşê, em bang li gelê xwe yê welatparêz û ciwanên Kurd ên berxwedêr dikin ku tevlî nava refên têkoşînê bibin. Milîsên MAK’ê wê ji vir û şûnde berê xwe bide artêş, polîs, endamên îstixbaratê û hevkarên wan ên ku di nava gelê me polîtîkayên wiha qirêj plan dikin.”