Li Rûsyayê rêxistina jinan ji bo salvegera qirkirina Êzidiyan serdana partiya herêmê kir

Komek jin ên Kurd bi boneya nêzbûna salvegera qirkirina Êzidiyên li Şengalê serdana partiya herêmê ya Rûsyayê kirin û banga hişyarbûnê hat kirin.

Di wesîleya nêzbûna 10’emîn salvegera komkujiya Êzidiyan ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate pêk anîn, li seranserê cîhanê çalakiyên cur bi cur tên lidar xistin. Nûnerên Rêxistinên jin ên Kurd ên li Rûsyayê jî di vê çarçoveyê de çalakî pêk anîn. Di 23’yê Tîrmehê de komek jinên Kurd, ji bo balê bikişîne ser qirkirina ku li dijî Êzidiyan li Şengalê hat pêkanîn û nerazîbûna xwe diyar bikin, serî li partiya herêmî dan. 

Seroka TJKN’yê Jûlêta Aram, Nûnerê Rêxistina Civakî ya Êzidîxanê Êka Kolîxan û Endama TCNJK-ê Guhara Hesen, Seroka beşa Sosyal-Demokrat a Partiya Rûsyaya Adil ziyaret kirin.

Di hevdîtina ku pêk hat de Jûlêta Aram rewşa heyî û dîroka qirkirina Êzidiyên Şengalê vegot. Jûlêta Aram, wiha axivî: “Li gorî îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jiyana wekhev bi jina azad û serbixwe ve tê avakirin. Di dîrokê de yên herî zêde êş kişandinê jî jin in. Pêwîst e, îro ji bo ava kirina jiyanekî azad û bê şer her jinek xwe berpirsiyar bibîne. Em hêvîdarin ku hûn jî wek nûnerê rêxistina jin destek bidin.” 

Di dawiya hevdîtinê de ji bo delegasyonê diyarî hatibûn amade kirin.  Olga Nîkolaêvna anî ziman, ku berxwedaniya jinên Kurd bi rûmetî tê nirxandin û ji bo avakirina siberojekî bê şer pêwîst e jin her bên li gel hev û piştgirî bidin hev