BI DÎMEN

Li Munchenê di Newrozê de dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate bilindkirin

Bi hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan ji bo Newroza Munchenê li Marîenplatzê li hev kom bûn. Di pîrozbahiya Newrozê de ku ya herî qelebalix a salên dawî bû, dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind bû.

NEWROZA MUNCHENÊ

Bi navê KCDK-E û FED-GEL'ê Marûf Kûl û Nûnerê DEM Partiyê yê Elmanyayê Faysal Sariyildiz li pîrozbahiyê axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku dagirker her roj êrîşên hovane dibin ser Kurdistanê û gelê Kurd, lê belê li hemberî dagirkeriyê berxwedaneke mezin heye.

Her wiha daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Piştî axaftinan û peyaman hunermend Bermal Çem, Hozan Kawa û Onûr Evîn hunera xwe pêşkêş kirin.