Li London, Amsterdam û Berlînê ji bo Dayikên Şemiyê çalakî hatin kirin

Bi wesîleya hefteya 1000’emîn a Dayikên Şemiyê li Londra, Amsterdam û Berlînê çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo piştevaniya 17-31'ê Gulanê "Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Binçavan de ya Navneteweyî û Hefteya 1000’emîn a Dayikên li ser banga Komîteya Li Dijî Windakirinên Binçavan a Navneteweyî (ICAD) li paytexta Îngilîstan London, li paytexta Amsterdam Hollanda û li paytexta Elmanya Berlînê çalakî hatin lidarxistin.

LONDON

Rêxistinên demokratîk ên şoreşer ên Kurdistan û Tirkiyeyê ku li Qada Trafalgar li hev civiyan hefteya 1000’emîn a Dayikên Şemiyê bi helbest û qurnefîlan silav kirin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Îngilîstanê ku di nav de rêxistinên şoreşger, çep, Elewî û herêmî yên Kurdistan û Tirkiyeyê jî hene, di çarçoveya çalakiyên Hefteya 1000’î ya Dayikên Şemiyê de li Qada Trafalgar a Londonê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankartên "Windayan ji bîr nekin" û "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" hatin hilgirtin. Çalakvanan wêneyên windayan li qadê danîn û timî dirûşmên "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" hatin  berzkirin.

Nivîskar Aydin Çûbûkçû, Alî Poyraz, Meclîsa Gelê Kurd û endamên Federasyona Elewiyan a Îngilîstanê jî beşdarî daxuyaniyê bûn, qurnefîl danîn ser wêneyên windayan.

Di axaftinên li vir de hate gotin ku Dayikên Şemiyê ne tenê ji bo zarokên xwe, ji bo hemû şoreşgerên cîhanê û hemû ciwanên hatin qetilkirin, girtin û windakirin daketin qadan. Hat destnîşankirin ku hevgirtina bi Dayikên Şemiyê re tê wateya hevgirtina bi hemû gelên ku azadiya xwe dixwazin.

Li ser navê DGB’ê ya Îngilîstanê Îbrahîm Avcil di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo winda neyên jibîrkirin û hesap bên pirsîn divê têkoşîna bi rûmet a Dayikên Şemiyê bê berfirehkirin.

Avcil helwesta êrîşkar a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li hemberî têkoşîna Dayikên Şemiyê yên ku her hefte aqûbeta windayan dipirsin şermezar kir û wiha got: “Ev têkoşîna demdirêj a ku Dayikên Şemiyê dimeşînin rûmeta têkoşînê ya hemû gelên bindest ên ku li gel hemû astengiyan dengên wan fetisandin, mêtin, paşguhkirin û paşeroja wan tê dizîn, bilind dike.”

Piştî axaftinan Dayikên Şemiyê hatin silavkirin û çalakiya rûniştinê ya 15 deqeyan destpê kir. Di çalakiyê de helbest hatin xwendin û zêmarên Kurdî hatin gotin. Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

AMSTERDAM

Çalakgerên ku bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li bajarê Amsterdam ê Hollandayê hatin cem hev, çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1000’î silav kirin. Di çalakiya ku li qada Damê pêk hat de Dayika Şemiyê Şehrîban Tepelî û endamên komîteyê behsa têkoşîna Dayikên Şemiyê kirin.

Çalakgerên ku pankarta ku bi wêneyên windayan lê bûn vekirin, bi bîr xistin ku li Kurdistanê di bin çavan de windakirin yek ji serdema herî tarî ya dîroka Tirkiyeyê tê nîşandan û ji aliyê hêzên fermî û nefermî yên dewletê ve bi taybet ji aliyê hêzên fermî û nefermî ve hatine kirin û hat gotin ku daxwaza eşkerekirina aqûbeta xizmên xwe û dayîna hestiyên wan dikin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê Kurd û Tirkên ku li parka Celalettîn Kesîm li hev civiyan, wêneyên windayan hilgirtin û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, Nav-Berlîn, SKB, KKB û Kurdîsche Gemeînde Berlîn-Brandenburg tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Berdevkê Komîteya Li Dijî Windakirinên Binçavan a Navneteweyî (ICAD) Bakî Selçuk daxuyanî da û bi bîr xist ku Dayikên Şemiyê tevî zext û zilma dewletê 1000 hefte ne li Qada Galatasarayê dirûnin û got: “Em divê li vir bibin dengê wan.”

Birayê Cuneyt Aydinlar ê di binçavan de hat windakirin Recep Aydinlar mafê axaftinê girt, çîroka windakirina birayê xwe got û diyar kir ku ew ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin.

Xizmê windayan Alî Beyaztaş jî got ku ew şahidî kiriye ku Yucel Dolan û Ferhat tepe di sala 1993’an de li zindana Amedê bi êşkenceyê hatine qetilkirin û piştre bi destê dewletê hatine windakirin.