Li Lavrîoyê salvegera PKK'ê hate pîrozkirin: Rêber Apo bû ronahî

Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş di pîrozbahiya 45’emîn a salvegera PKK’ê ya li Kampa Lavrîoyê de axivî. Aktaş diyar kir ku Abdullah Ocalan ronahiya gelan e û wiha got: “Em têkoşîna xwe bikin yek û îsal bikin sala azadiya Rêber Apo."

45’emîn salvegera damezrandina PKK'ê li Kampa Lavrîo bi çalakiyek biheybet hat pîrozkirin. Jin, ciwanên enternasyonalîst û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de ciwanan cil û bergên neteweyî li xwe kirin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Zeynep Kinaci (Zîlan), Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Cîhat Turkan (Çiyager) û pankarta "Bi ruhê berxwedana şervanên azadiyê, 45’emîn salvegera PKK'ê pîroz be" hat daliqandin. Di pîrozbahiyê de kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî,  ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat silavkirin û timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

'RÊBER APO DÎROK JI NÛ VE NIVÎSAND’

Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş axivî. Aktaş, salvegera PKK’ê li Kurdan û dostên wan pîroz kir. Aktaş diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel jinûve daye jiyandin û wiha got: “Em şehîdên xwe yên ku em anîn van rojan bi rêzdarî bi bîr tînin. Silav ji kesên ku li çiyayên berxwedanê têdikoşin. 45 sal bi dijwarî derbas bûn, ev roj ne hêsan bûn. Rêber Apo li Kurdistanê bû hêvî û gel bi rêxistin kir. Di serdemeke tarî de ku gelê Kurd bi polîtîkayên înkar û qirkirinê dihat xwestin bê tunekirin, Rêber Apo bû ronahiyek mezin. Rêber Apo li dijî polîtîkayên qirkirinê dest bi lêgerîneke mezin kir û polîtîkayên qirkirinê pûç kir. Rêber Apo dîrok ji nû ve nivîsand.”

'PKK BÛ HÊVIYA GELAN'

Aktaş destnîşan kir ku berxwedana li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li Zap, Metîna û Avaşînê dewam dike. Aktaş bal kişand ser xiyaneta PDK'ê û wiha axivî: “Berxwedan û felsefeya PKK'ê ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê bû hêviya ciwan, jin û gelan."

'EM ÎSAL BIKIN SALA AZADIYÊ'

Aktaş bal kişand ser girîngiya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û wiha domand: "Hunermend, rewşenbîr û nivîskar, enternasyonalîst, ciwan û jinên li çar aliyê cîhanê bi hêviyeke mezin beşdarî kampanyayê dibin. Ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê li qadan e. Rojeke wiha pîroz ku destan lê hatiye nivîsandin, 46’emîn sala PKK'ê em ê bikin sala azadiya Rêber Apo. Em deyndarê Rêber Apo ne û berpirsyariyeke mezin ketiye ser milên me. Divê em bi vê berpirsyariyê têbikoşin, hêz û rêxistiniya bikin yek, vê salê bikin sala serkeftinê û sala azadiya Rêber Apo."

Piştî axaftina Aktaş, peyama MLKP'ê ya bi boneya salvegera damezrandina PKK'ê şandibû hat xwendin.

Pîrozbahî bi pêşandan sînevîzyona ku dîroka avabûn û têkoşîna PKK'ê nîşan dida dewam kir. Bi fîşekên hewayî qada pîrozbahiyê ronî kirin.

Dirûşma "Bijî Serok Apo" mohra xwe li pîrozbahiyê xist. Bengî Agirî 45'emîn salvegera PKK'ê pîroz kir û stranên xwe ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne got.

Ciwanan bi stranên Bengî Agirî heta derengiya şevê govend gerandin û dirûşma “PKK gel e gel li vir e” berz kirin.