Li Frankfûrtê li dijî qedexeya PKK’ê çalakî berdewam in

Li Frankfûrtê bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe her roja Şemiyê li cihên cuda konê îmzeyan tê danîn.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe her roja Şemiyê li cihên cuda konê îmzeyan tê danîn.  Li ber standa îmzeyan a bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk tê birêvebirin, Kurdistaniyan kartên balê dikêşe li ser bêdengiya Ewropayê belav kirin û ji bo kampanyaya berhevkirina îmzeyan agahdarî kirin.

Di agahdarkirinê de bal kişand ser wê yekê ku gotina 'têkoşîna li dijî terorê' ku yekane argumana Erdogan e û ji êrîşan re hincetan çêdike, bi rakirina qedexeyan re wê ev yek ji holê rabe. Her wiha bal kişand ser lêgerîna edaletê ya Kurdan jî.

Li konê berhevkirina îmzeyan ê bi sê saetan li Haûptwacheyê vekirî ma, xelekê eleqeyek mezin nîşan da.