Li Êrîvanê êrîşên dewleta Tirk hat şermezerkirin

Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê ji bo protestokirina dewleta Tirk a dagirker, meşek hat lidarxistin.

Îro di seat 13:00’an li paytexta Ermenistan Êrîvanê xelk, ji kolana Hanrapetutyan Hraparakê heta kolana Pêtros Adamyanê ji bo protestokirina dewleta Tirk a dagirker, ber bi saziya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan.

Di çalakiyê de Parlamenter Kinyaz Hesanov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û endama Yekîtiya Jinên Azad Seryan Celad axivîn. Di axaftinên hatin kirin de êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojavayê Kurdistanê û bêdengiya dewletên ji derve, hat şermezar kirin. Her wiha hat diyar kirin ku dewleta Tirk bi salan alîkariya hêzan derve, êrîşê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dike. Her wiha hat destnîşankirin ku gelê Kurd tu carî li hemberî êrîşên dagirkeriyê, tune nabe.

Di axaftinên hatin kirin de peyama pîrozkirina salvegera 44’emîn a PKK’ê hate dayîn û wiha hat gotin: “Me xwe bi PKK’ê naskir û em ê bi têkoşîna wê jî bi serkevin. Em Cejna Vejînê li Rêber Apo hemû şehîd û gelê welatparêz pîroz dikin.

Girseyê bi gotina “Faşîst Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” weneyê Erdogan da ber agir.

Di dawî de li ser navê saziyan, nameyek ji Netewên Yekbûyî re, hat dayîn. Di nameyê de wiha hat gotin: “Em wek gel û saziyên Kurd dibêjin bi erka xwe ya mirovî rabin. Dewleta Tirk a faşîst her roj êrîşê gelê me dike, çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne û dixwaze Rojavayê Kurdistanê dagir bike û sivîlan qetil dike. Hûn dibêjin em mafên mirovan diparêzin, lê dema mijar dibe Kurd hûn wek sazî bi erka xwe, ranabin û hûn dibin hevkarê dewleta Tirk a dagirker.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.