DYE'yê bi balafirên xeyalet B-2 bombe li Yemenê barand

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Lloyd Austin ragihand ku bi bikaranîna balafirên bombardûmanê yên xeyalet B-2 bombe li çeperên Hûsiyan ên li Yemenê barandine.

Wezîrê Parastinê Austin got, "Hêzên DYE'yê êrîş birin ser hin navendên binê erdê yên Hûsiyan ku çend ji cûreyên çekan tê de bûn û li dijî hedefên sivîl û keştiyên leşkerî bi kar dianîn."

Ji dema destpêkirina êrîşên Hûsiyan û vir ve ku Îran piştgiriya wan dike, hêzên DYE'yê cara yekê ye balafireke bombardûmanê ya bi vî rengî ya B-2 bi kar tîne.

Austin anî ziman ku bikaranîna balafirên bombardûmanê yên B-2 Spirit nîşan dide ku Hêzên Hewayî yên DYE'yê xwedî wê hêzê ne ku 'Her tim û li her cihî' bixin. LIoyd Austin ev yek weke 'xwepêşandaneke bêhempa' pênase kir.

Hûsî ku beşeke mezin a Yemenê kontrol dikin, îdîa dikin ku bi armanca piştevaniya bi Hamasê re êrîşî keştiyên ku îdîa dikin bi Îsraîlê ve eleqedar in, dike.

Li hemberî vê yekê jî êrîşên DYE û Qraliyeta Yekbûyî yên li hemberî navendên Hûsiyan dewam dikin.