DEM-NED’ê ji bo Şahiya Çanda Kurd banga tevlîbûnê kir

Konseya Civaka Demokratîk a Kurdistanê (DEM-NED) ji bo Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku wê îsal li Hollandayê bê lidarxistin, banga tevlîbûna xurt li Kurd û dostên wan kirin.

Şahiya Çanda Kurd a ku wê 25’ê Îlonê li Hollandayê bê lidarxistin, DEM-NED a ku li Hollanda kar dike, daxuyaniyek da û got: “Ji bo şahiya ku hemû amadekariyên wê qediyane, bang li hemû gel û dostên xwe yên li Hollanda û Ewropayê dijîn dikin ku bi sirûda ‘Dem dema azadiyê ye’ tevlî bibi.”

DEM-NED’ê diyar kir ku festîvala îsal ji bo bîranîna Sînan Dersim tê lidarxistin.

Herî dawî DEM-NED’ê diyar kir ku otobusên ji bo şahiyê hatine organîzekirin wê saet 08:00’an ji pêşiya komeleyan bikevin rê.