NÛ BÛ

Bombe li Minbic û Şehbayê hate barandin

Dewleta Tirk a dagirker herêmên Minbic û Şehbayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî bombebaran kir.

DEWLETA TIRK ŞEHBAYÊ BOMBEBARAN DIKE

Artêşa Tirk a dagirker rêya di navbera navçeya Til Rifet û gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê de topbaran dikin. Her wiha gundên Şeala û Radarê jî yên Şehbayê hatin bombebarankirin.

Gundên Seyadê û Dendeniyê yên li rojhilatê Minbicê jî bi hewanan hatin bombebarankirin.

Têkildarî bombebaranên li ser her du herêman jî agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.