Şandeya şopandina hilbijartinan çavdêriyên xwe ragihandin

Şandeya ji bo şopandina hilbijartinên giştî û serokkomariyê ji Swîsreyê çû Tirkiyeyê, li paneleke li St. Gallenê çavdêriyên xwe parve kirin û diyar kir ku jiyan bixwe li Tirkiyeyê, pêvajoyeke polîtîk e.

Şandeyeke ji kantonên Zurîh, St. Gallen û Lûzern ên Swîsreyê ji bo şopandina hilbijartinên parlamenteriyê û serokkomariyê çû Tirkiyeyê. Armanca şandeyê ew bû ku hem hilbijartinan bişopîne hem jî binpêkariyên Kurd li Tirkiyeyê rû bi rû dibin raçav bike. Şande, li Amed û Enqereyê çû serdana Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê, hevdîtin bi Îdrîs Balûkenê HDP’yî û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn re kir. Şande, çû serdana Baroya Amedê jî û guhdariya pirsgirêkên li Tirkiyeyê kir.

Parêzer Pinar Reşîtoglû, Rojnamevan Corînne Rîedener, Parlamenter Franzîska Ryser, Parêzer Florîan Wîck ST. li panela li Gallenê hat sazkirin çavdêriyên xwe ragihandin.

‘ROJNAMEVANÊN KURD HER ROJ DESTGÎR DIBIN’

Corînne Rîeder, gava li Amedê bi nûçegihanên Mezopotamyayê û Jinnewsê re hat ba hev, guhdariya wan kir û behsa pirsgirêkan kir. Rîedenerê gotinên nûçegihana Jinnewsê Gulşen Koçûkê ragihandin. Rîedenerê got: “Em jinên Kurd ne bi tenê ji ber rojnamevaniya xwe, ji ber ku em jin in jî ji rojnamevanên mêr bêhtir êrîşê me dikin.”

‘TAHÎR ELÇÎ JI BER KU GOT ‘PKK NE RÊXISTINEKE TERORÎ YE’ HAT QETILKIRIN’

Parêzer Pinar Reşîtoglû behsa tiştên ku jiyane kir, wiha axivî: “Parêzer ji ber ku parastina miwekîlê xwe dikin, ji neçarî ji aliyê parêzerekê din ve tên parastin. Gelek parêzer ji ‘endamtiya rêxistina terorî’ tên darizandin. Florîan Wîck jî anî ziman ku mirov li Tirkiyeyê parêzer be ne bi tenê ji bo azadiyê ji bo jiyanê jî rîsk e û wiha pê de çû: “Tahîr Elçî, ji ber ku got ‘PKK ne rêxistineke terorî ye’ hat qetilkirin.”

’70 GIRTIYAN DI GIRTÎGEHAN DE JIYANA XWE JI DEST DA, PANZÊRAN PÊ LI 50 SIVÎLAN KIR Û KUŞTIN’

Wîck bi behsa tiştên Eren Keskînê jê re gotine jî kir û got ku du salên dawîn 70 girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest daye, bi wesayîtên zirxî pê li 50 sivîlan hatiye kirin û hatine kuştin. Wîck bi lêv kir ku Keskînê, diyar kiriye ku ji ber wesayîtên zirxî leşkerî ne dest bi tu pêvajoyeke hiqûqî nehatiye kirin.

Parlamentera Partiya Çep a Keskan Franzîska Ryser jî behsa hevdîtina xwe ya bi parlamenterên HDP’ê re kir û wiha got: “Gava min hevdîtin bi wan re kir, min hest pê kir ku polîtîka wek li Swîsreyê ne hobî ye, ji bo têkoşîn û berxwedanê ye.”